Kurd li Ewropayê daketin qadan: Rojava biparêzin

Li gelek navendên Ewropayê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyan ên li ser Rojava, bi pêşengiya federasyon û navendên girêdayî Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E),...

1 deqe xwendin
Kurd li Ewropayê daketin qadan: Rojava biparêzin

Li gelek navendên Ewropayê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyan ên li ser Rojava, bi pêşengiya federasyon û navendên girêdayî Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E), meclisên girêday Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û rêxistinên ciwanên Kurd çalakî li dar xistin.

Stockholm

Li paytexta Swêd Srockholmê, li dijî êrîşên liser Rojavayê Kurdistanêmeş û mitîngek hat lidarxistin. Li ser bangewaziya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û parastina destkeftiyên Kurd bi sedan kes li meydana Norra Bantorgetê kom bûn. Meclisa Jinên Amara, Komîteya Rojava, nûnerên gelek saziyên sivîl, rojnamevan û mafparêz tevlî çalakiyê bûn. Beriya ku meş destpê bike, Hevseroka KNKê Zeyneb Muradî û rojnamevan Kurdo Baksî axaftin kirin. Hevseroka KNKê Zeyneb Mûradî di axaftina xwe de anî ziman ku nêzî 15 sal in dewleta Tirk û çeteyên wan li Rojava her tim êrîş û qetlîaman pêk aniye û ev aliyane careke din hewl didin ku hebûna gelê Kurd li Rojava tine bikin.

Zeyneb Mûradî got: “Me beriya niha li Efrînê, Kobaniyê, Grê Spî dît ku dewleta Tirk çi bi serê gelê Kurd aniye. Ev hêzên xwînrij û nijadperest gelek qetlîaman kirin ku wê di rûpelê dîrokê de bibe rûreşiya mirovahiyê. Îro careke din bi destê çeteyên xwe dixwazin heman tiştî bikin. Bila baş bizanibin ku ji bo Rojavayê Kurdistanê ji Agirî û Amedê bigre hetanê Kirmanşan, İlam, Kerkûk û Silêmaniyê bi hezaran ciwanên Kurd ji bo parastina welatê xwe, canê xwe feda kirin. Banga min ji bo tevahiya Kurdistanê ew e ku ji bo parastina destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê dengê xwe bilind bikin. Bila her kes bizanibe ku çi jî bibe em dest ji gelê xwe yê li Rojava bernadin.”

Rojnamevan Kurdo Baksî jî axaftina xwe bi Swêdî kir. Kurdo Baksî anî ziman ku çete û cîhadîstên ku beriya niha çawa êrîşî Kobanê û deverên din kiribûn û îro ji bes navê xwe guherandine û bi hevpeymaniyeke nûjen careke din gef li hebûn û destkeftiyên Kurd dixwin û wihagot: "Hêzên YPG û YPJ gelê xwe diparêze ku hemû aştixwaz û mafparêzên cîhanê hîna jî rêz digre. Ew cîhadîstên ku dijminê mafê jinan, mafê ol û neteweyên cûda ne careke din bi serkêşiya dewleta Tirk êrîşan pêk tîne. Em dizanin ku bi dehan sal in dagirkerên li Kurdistanê êrîş û qetlîamên bi vî rengî pêk anîn ku armanca wan tinekirina gelê Kurd bû. Lêbelê çawa ku dîktatorên weke Sedam Huseyîn têk çû, dagirkerên cîhadîst, Tirkiye û İran jî wê têk biçe."

Piştî axaftinan bi sedan kes meşiyan. Di kûçe û kolanên Stockholmê de dirûşmên “Bijî berxwedana YPGê û YPJê”, “Bijî piştevaniya bi Rojava re”, “Bimre dagirkeriya dewleta Tirk” bilind bû.

Kurdistaniyan destnameyên piçûk li Swêdiyan belav kirin ku derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de zanyariyên dawî tê de hebûn. Hat ragihandin ku çalakiyên bi vî rengî wê di rojên pêşde jî berdawam bike. Saziyên Kurd hem di warê civakî, hem jî dîplomasiyê de hewldanên ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê didomîne.

Hamburg

Li bajarêHamburgê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û dilsoziya bi gelê Rojava re meşek girseyî hat lidarxistin. Enternasyonalîstên Elman û komên çep ên Tirk jî piştgirî dan meşa ku bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hamburgê (DKTM), Meclîsa Jinê ya Rojbîn û Tevgera Ciwanên Şoreşger hat lidarxistin. Girseya li stasyona trenê ya navendî ya Hamburgê li hev kom bûn, ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê dest bi meşê kirin. Parlamenterê Partiya Çep Norbert Hakbusch diyar kir ku ew weke partî her tim li gel têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd in û ji niha û pê ve jî wê li ber xwe bidin. Li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbîn Anja Flach axivî û diyar kir ku komkujiyên li dijî sivîlan sûcên li dijî mirovahiyê ne û destnîşan kir ku di şer de herî zêde jin û zarok rastî êrîşan tên. Anja Flach anî ziman ku îradeya gel ji hemû çekan bi hêztir e û got, "Divê her mirovekî xwedî wijdan di vê pêvajoyê de dengê xwe bilind bike û