SOHR: Li Sûriyeyê qeyran kûr dibe
Komên çekdar êriş birin ser baregehên leşkerî û navendên ewlehiyê yên Hikumeta Demkî yên li Bûkemal, Sûsa, Baxoz ên li Dêrazorê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li herêma Dêrezorê gelek êrişên çekdarî pêk hatine. Navendê daxuyand ku çekdarên dibe bi DAIŞê ve bin, li gundewarên rojhilatê Dêrazorê êriş birin ser baregehên leşkerî û ewlehiyê yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê.
Li sê noqteyan êriş kirin
SOHRê diyar kir ku çekdarên nenas gule li baregeha Firqeya 86an a li bajarê Bûkemalê reşandine lê der barê ziyanan de tu agahî nehat dayin. Her wiha êrişeke din li ser xaleke kontrolê ya li bajarokê Baxozê, navendeke ewlehiyê li bajarokê Sûsa çêbûne.
Piştî vekişiyana HSDê kaos rû dide
Piştî vekişiyana HSDê ji van herêman valahiya ewlehiyê derkete holê û tevgerên DAIŞê yên li vê herêmê zêde bûn. Ev demek e di navbera çeteyên girêdayî Tirkiyeyê, komên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ku piraniya wan ji HTŞê pêk tê û şaneyên DAIŞê de pevçûn zêde bûne.


