Kurd û dostên wan li Almanyayê ji bo Rojava meşiyan

Li gelek bajarên Elmanyayê kurdan û dostên wan bi meş, mîtîng û çalakiyên konvedanê êrîşên li ser Rojava şermezar kirin.

1 deqe xwendin
Kurd û dostên wan li Almanyayê ji bo Rojava meşiyan

Kurd û dostên kurdan li gelek bajarên Elmanyayê li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyên piştgiriyê li dar xistin. Çalakgeran êrîş şermezar kirin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku berpirsiyariya xwe bîne cih.

Stuttgart

Li Stuttgartê bi pêşengiya TJA-Eyê li Schlossplatzê çalakiyeke konvedanê hat lidarxistin. Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin û beşdar li ser êrîşên li dijî Rojava hatin agahdarkirin. Piştî çalakiyê ku heta saet 18:00an berdewam kir, bi tevlibûna Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst û rêxistinên çep ên Tirkiyeyî meşek hate destpêkirin. Ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê rêz hat girtin; jinan di rêza herî pêş de erbane lêdan û stranên şoreşê gotin. Ji bo protestokirina êrîşên HTŞê yên li ser jinan, qumaşekî 10 metre dirêj ê bi rengên kesk, sor û zer hat hûnandin. Meş heta Rotebühleplatzê berdewam kir; dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin. Çalakî bi banga meşa sibê saet 13:00an a li Lautenschlager Straße bi dawî bû.

Mannheim

Li Mannheim Schlossplatzê bi banga NÇM-Mannheimê çalakiyek hate lidarxistin û bi hezaran kes tevli bûn. Dorpêça Kobanê, ambargo û komkujiyên Helebê hatin protestokirin. Dirûşmên “Bijî Kurdistan”, “Bijî Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Kurdistan Yek e”, “Terorîst Colanî” û “Terorîst Erdogan” hatin qîrîn. Mîtîng bi pankart û flamayên nûnerên saziyên Kurdistanî, Die Linke, MLPD û komeleya ProMigra Mannheimê li Altefeuerwacheyê bi dawî bû.

Freiburg 

Li navenda bajarê Freiburgê bi hezaran kes hatin cem hev û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Rojava nîşan dan. Di çalakiya bi pêşengiya jin û ciwanan de dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Yekîtiya Gelê Kurd” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Dostên Elman jî di qadan de bûn. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku heta rewşa li Rojava neguhere dê çalakî berdewam bikin û ji bo çalakiyeke nû ya sibê saet 13:30’an bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Nûda bang hat kirin.

Kiel

Li Kielê li Asmus-Bremer-Platzê mîtîngek bi tevlibûna Kurdan û dostên wan hat lidarxistin. Çalakî bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku êrîşên li ser Rojava polîtîkayeke qirkirinê ya pergalî ye ku gelê Kurd dike armanc. Dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Gelê Kurd Yek e” hatin berzkirin. Beşdaran diyar kirin ku ew ê xwedîderketina li berxwedana Rojava berdewam bikin.

Berlîn 

Li paytext Berlînê, li dijî êrîşên komên çete yên ser bi Hikûmeta Veguhestî ya Sûriyeyê, Kurdistanî û dostên wan hatin cem hev. Mîtînga ku li ber avahiya Meclîsa Federal a Berlînê dest pê kir û piştre veguherî meşê, bi hezaran kes tevli bûn. Beşdaran flamayên YPG û YPJê hildan û dowîzên “Defend Rojava”, “Rojava ne tenê ye” û “Bila êrîşên li ser gelê Kurd werin rawestandin” hilgirtin. Çalakî bi banga hevpar a saziyên mîna Nav-Berlîn, Meclîsa Jinê ya Destdan, WDR Berlin, GK Berlin, Jinên Ciwan Berlin, KJAR Berlin, Kongra-Star Berlin, Ciwanên Berlin, Navenda Çanda Rojava, Ceni û Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê hat li dar xistin. Di daxuyaniyan de hate gotin ku ev êrîş sûcekî li dijî mirovahiyê ne û bang li Yekîtiya Ewropayê û raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku bêdeng nemînin. Çalakvanan diyar kirin ku êrîş vîna jiyana azad û demokratîk a Kurdan, bi taybetî jî ya jinên Kurd dike armanc. Bala mirovan kişandin ser rola dewleta Tirk û hat gotin ku ev nêzîkatî li dijî pêvajoyên aştiyê û demokratîk ên li Tirkiyeyê jî êrîşek e. Protesto li Alexanderplatzê bi peyamên piştgiriyê bi dawî bû.

Frankfurt

Li bajarê Frankfurtê çalakiyên piştgiriyê yên li dijî êrîşên ser Rojava bê navber didomin. Îro li navenda bajêr, li ber Hauptbahnhofê bi hezaran kes civiyan û meşa piştgiriyê li dar xistin. Ciwan û jinan pêşengiya meşê kirin; bi flamayên YPJ’ê, alayên Rojava û dowîzên “Jin, Jiyan, Azadî” komên gel bi rê ve birin. Di nava du saetan de kitleya bi coş bi dengekî bilind dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava!”, “Rojava direniyor, Frankfurt uyanıyor!” û “Es lebe die kurdische Frauenrevolution!” qîrîn. Elmanên dost û enternasyonalîstan jî cihê xwe di nav girseyê de girtin. Girseyê bi biryardarî got: “Heta destkeftiyên Rojava werin parastin û êrîş bisekinin, em ê kolanên Frankfurtê neterikînin.” Bang li raya giştî hat kirin: “Bêdeng nemînin, nebin hevparê qirkirinê.” Meş li Hauptwacheyê bi dawî bû û hat ragihandin ku sibê saet di 14:00’an de dê dîsa li ber Hauptbahnhofê werin cem hev.

Potsdam

Li bajarê Potsdam ê Elmanyayê, ji bo protestokirina êrîşên ser gelê Kurd û qirkirina li Rojava çalakiyek hat li dar xistin. Beşdaran flamayên YPG û YPJê hildan û dowîzên “Defend Rojava”, “Rojava ne tenê ye” û “Bila êrîşên ser Kurdan bisekinin” hildan. Di axaftinan de hat diyarkirin ku tiştên li Rojava diqewimin sûcê mirovahiyê ne û Yekîtiya Ewropayê divê bêdeng nemîne. Çalakvanan daxwaz kir ku YE li dijî operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê helwestekê nîşan bide û ji bo parastina mafên siyasî û mirovî yên gelê Kurd gavên şênber biavêje. Hat dîtin ku çalakî bi awayekî aştiyane berdewam kir û hêzên ewlehiyê li dora avahiyê tevdîr girtin. Hate ragihandin ku heta daxwazên wan werin qebûlkirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.