Kurd û stratejiya berxwedanê

Plana "Rojhilata Navîn a Nû", ji bo dewletên mîna Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îranê xeteriyên mezin bi xwe re tîne. Ji bo Sûriyeyê, ev plan tê wateya parçekirina dewletê û tunekirina destkeftiyên Rojava yên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin.

1 deqe xwendin
Kurd û stratejiya berxwedanê

Dîrokê careke din çavên xwe li gelê kurd û berxwedana wan a li dijî projeyên dagirkerî û qirkirinê girtiye. Êrişên hovane yên ku 6ê çileya 2026an bi destê çeteyên HTŞê û dewleta tirk a dagirker li taxên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dest pê kirin, ne tenê encama geşedaneke leşkerî ya herêmî ne. Ev êriş, di eslê xwe de parçeyek ji planeke mezin a jinûvedîzaynkirina Rojhilata Navîn in. Hovîtiya ku bi hişmendiya DAIŞê tê meşandin, qetilkirina jin û zarokan, avêtina cenazeyên şervanan ji avahiyan û jêkirina keziyên jinan nîşan didin ku ev şer ne tenê ji bo axê, lê belê ji bo tunekirina îradeya azad û nirxên mirovahiyê ye.

Di vê dema de ku hêzên navneteweyî bi serkêşiya Amerîkayê planeke nû ji bo herêmê datînin, ev berxwedana ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûye, xwe dispêre bingeha Neteweya Demokratîk. Ev stratejî, ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye bipêşxistin, ne tenê parastina sînoran, lê parastina modela civakeke demokratîk û ekolojîk e. Bêdengiya hêzên global li hemberî van komkujiyan, îspat dike ku ev êriş di xizmeta berjewendiyên wan ên enerjî û leşkerî de ne. Weke ku daneyên navneteweyî jî nîşan didin, hedefgirtina sivîlan û koçberkirina bi hezaran kurdan, ne tenê operasyonek e. Lê belê hewildanek e ji bo kontrolkirina herêmên stratejîk û çavkaniyên enerjiyê.

Plana "Rojhilata Navîn a Nû", ji bo dewletên mîna Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îranê xeteriyên mezin bi xwe re tîne. Ji bo Sûriyeyê, ev plan tê wateya parçekirina dewletê û tunekirina destkeftiyên Rojava yên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin. Dewleta tirk, bi rêya komên radîkal ên di bin fermana Enqereyê de, polîtîkaya erebkirinê dimeşîne da ku demografiya herêmê bi temamî biguherîne û qirkirineke çandî pêk bîne. Ev plan ji bo Iraq û Îranê jî dibe sedema tengavbûna jeopolîtîk û xetereya şerên mezhebî yên nû.

Sedema ku kurd di vê pêvajoyê de bûn qurbanê yekemîn, di rastiya wan a polîtîk û jeopolîtîk de veşarî ye. Kurd weke gelê herî mezin ê bêdewlet, bi modela Neteweya Demokratîk re alternatîfa herî xurt a li dijî sîstema netewe-dewletê pêşkêş dikin. Ev model, ji bo hêzên global ên ku dixwazin herêmê li gorî berjewendiyên xwe bi rê ve bibin, weke xetereyekê tê dîtin. Ji aliyê din ve, kontrolkirina herêmên dewlemend ên enerjiyê wek Dêrazor û sînorên stratejîk, yek ji armancên sereke yên têkbirina îradeya kurdan e.

Lê belê, li hemberî vê plana hov, yekîtiya neteweyî ya ku li her çar parçeyên Kurdistanê û li seranserî cîhanê bi pêş ketiye, bersiva herî bibandor e. Cara yekemîn e ku kurd bi ruhekî wiha yekgirtî li dijî êrişan derdikevin. Di çarçoveya paradîgmaya Neteweya Demokratîk de, gavên ku divê werin avêtin zelal in: divê li dijî polîtîkayên "parçe bike û bi rê ve bibe", yekîtiya demokratîk a kurd, ereb, suryan û hemû pêkhateyên din bibe bingeha parastinê. Çareserî ne bi xwespartina hêzên derve, lê bi xurtkirina "Hêza Sêyemîn" û parastina cewherî pêkan e. Divê ev berxwedan a li qadan dest pê kiriye, bibe mîsyoneke dîplomatîk a navneteweyî û statuya kurdan a siyasî weke misogeriya aştiya Rojhilata Navîn bide qebûlkirin. Li dawiyê, ev berxwedan wê diyar bike ka nexşeya herêmê ya nû wê li ser bingeha azadiya gelan were xêzkirin an li ser berjewendiyên hêzên hegemon.

Di encamê de, berxwedana ku 6ê çileyê dest pê kir, nîşan dide ku kurd êdî naxwazin bibin qurban, lê dixwazin bibin aktorên sereke yên nexşeya nû. Ev berxwedan, ne tenê parastina herêmekê ye, lê pira serkeftinê ye ji bo hemû gelên ku xeyala azadiyê dibînin. Hêza ku wê planên kurewî pûç bike, ne çekên giran, lê îradeya gelê birêxistinkirî û ruhê yekîtiya neteweyî ye. Ji ber vê yekê çalakiyên gel ên bi armanca piştevaniya Rojava tên li darxistin, xwedî girîngiyek mezin in. Divê em ji bîr nekin ku îradeya gel ji hemû hêzan xurttir û mezintir e. Her çi dibe bila bibe, dawiya dawî wê gelê berxwedêr bi ser bikeve.