Kurdên li Libnanê ji bo Rojava li ser piyan e

Bi hezaran kurdên li Libnanê dijîn bi armanca piştgiriya Rojava hatin cem hev û daxuyandin ku dê Rojava biparêzin.

1 deqe xwendin
Kurdên li Libnanê ji bo Rojava li ser piyan e

Kurdên li Libnanê li ser bangawaziya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Paytext Beyrûdê hatin cem hev. Bi hezaran kurdên ji deverên cuda hatîn peyama piştgiriya Rojava dan. Girseyê sloganên, “Yek e yek e yek e, gelê kurd yek e”, “Rojava rûmeta me ye” û “Bijî Kurdistan” berz kirin û polîtîkayên Tirkiyê yên dijberî gelê kurd şermezar kirin. Di axaftinên li ser navê girseyê hatin kirin de bang li hemû gelê Kurd hate kirin ku xwedî li Rojavayê Kurdistanê derkeve.