Kurdî li ber xwe dide, lê kurd çi dikin?
Kurdî zimanekî kevnare yê Mezopotamyayê ye, li gor hin zimannasan rehên kurdî heta Avestayê diçe. Berî Mîladê bi hezar salan mirovên li ser axa Mezopotamyayê jiyane bi zimanên kurdî axivîne û hestên xwe anîne zimên.

Bi dîtina nivîsê re (Berî Zayînê 3200-3400) mirovan li Mezopotamyayê ji bo her dengekî wêneyek çêkiriye, (nivîsa mîxî ya ji aliyê Sumeran ve) ku îro ew wêne wek tîp derdikevin pêşberî me. Kurdan bi gelek salên berî û piştî zayînê alfabeyên cuda bi kar anîne. Lê herî dawî tê zanîn Celadet Bedirxan û Roger Lescot bi hev re di sedsala 19an de ji bo kurdî alfabeya latînî durist kirin û heta îro beşek mezin ji kurdan vê alfabeyê bi kar tînin, beşek jî hîn tîpên aramî bi kar tînin. Kurd di 15ê gulanê de her sal vê guhertinê pîroz dikin.
Dewlemendiya zimanê kurdî, li ser lêgerînek û zanistên tevna înternetê jî hatiye peyitandin û di nav zimanên cîhanê de di rêzên pêşemîn de ciyê xwe digire: Pirzaravayiya kurdî û çanda dengbêjiyê dewlemendiyeke bêhempa ye.
Bi dîtina nivîsê û nivîsîna pirtûkan re mayîndebûna zimanê nivîskî rê li ber duristkirina rêzimanî jî vekiriye. Bi taybetî ji bo gel an neteweyên xwedî dewlet, xwendegeh û zanîngeh ziman bi awayê rêzimanî û rastnivîsî xwe pir bi pêş de biriye. Mirovan karîne bi rêya perwerdeyê peyvên nû, rêzgirên rêzimanî yên nû, heta zimanekî bi tevayî nû derbasî nifşên nû bikin û zimanê xwe bi pêş de bibin.
Ji bo kurdan li seranseriya dîrokê zêde derfetên dewletbûna mayînde nehatine bidestxistin. Dewlet an xweseriyên ji bo demekê pêk hatine jî derfeta sazkirina sazî û sazûmanên xurt û demdirêj ên perwerdeyê nedîtine. Ji bo wê zimanê kurdî zêdetirî awayê nivîskî xwe bi rêya dengbêjan û bi awayê gotinî heta roja me aniye.
Di salên berî pêşketina alavên ragihandinê yên wek radîo û televizyonê de, bikaranîna kurdî ya bi awayê gotinî xwediyê ciyekî girîng û berfireh bû. Li seranserê welêt bi sedan dengbêjan zimanê kurdî bi pêş de dibirin û radigihandin gel. Lê bi derketina radîo û bi taybetî televizyonê re û di salên dawî de bi rêya telefonê vê derfetê ciyê xwe da alavên asîmilasyonê. Bi taybetî dewleta tirk bi rêya sedan kanalên televîzyonê û rêzefîlmên çanda kurdan berovajî dikin û bi fîlmên li herêma kurdan dikişînin û bi bikaranîna enstrûman û navên kurdî bala kurdan dikişînin ser xwe, tevî naveroka wan a virtûvala û çewtî rastiya kurdan jî mirovan li ber ekranên asîmilasyonê digire û zimanê wan bi wan dide jibîrkirin û zimanê xwe yê asîmilasyonê dixe jiyana wan.
Li Kurdistanê gelek zarok, dayik, ciwan li ber ekranên televîzyonên tirkî, hînî vî zimanê asîmilasyonê dibin û roj bi roj ji zimanê xwe dûr dikevin. Divê neyê jibîrkirin, ku dûrketina ji zimanê dayikê, dûrketina ji çanda xwe, ji dîroka xwe, ji hest û ramanên neteweya xwe jî bi xwe re tîne.
Jixwe ji roja avabûna xwe ve komara Tikiyeyê bi zanistî, bi plan û bi armanc li ser kurdan asîmilasyon daye ferzkirin. Lê di heftê salên destpêkê de asîmilasyonê nikarîbû ava okyanûsa zimanê kurdî bimiçikanda. Lê di van sih salên dawî yên komara Tirkiyeyê de, tişta polîtîka û pêkanînên dewleta tirk nikarîbû bikira, kurdan ‘xwe bi xwe’ û bi destê xwe kirin. Û kurdan ev yek ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê, li Ewropayê jî domand.
Kurdên berê ji axavtina bi tirkî şerm dikirin, niha gihîştine rewşekê, ku ji axavtina bi kurdî şerm dikin. Kurdiya wan çendî zelal û pak be jî, axaftina bi tirkî ji bo xwe wek şarezayiyekê, wek xwenêzîkdîtina çanda serdest û pesinandineke serdestiyê dibînin. Ev yek jî bi piranî bi destê rewşenbîr û pêşengên kurdan tê kirin. Gava kesekî di nav civakê de derketiye pêş, diçe nav gel û li şûna bi kurdî biaxive, dest pê dike bi tirkî diaxive, gel dihizire ku axaftina bi tirkî mirov bi pêş de dibe û êdî ew jî hewl didin bi tirkî biaxivin.
Mirovekî zarokên wî li Ewropayê ji dayik bûne, dê û bav wek bilbil bi kurdî dizanin, lê zarokên wan peyvek tenê jî bi kurdî nizanîbûn, rewşa xwe ya otoasîmilasyonê wiha dida diyarkirin: “Em her sal diçin welêt sardana xizmên xwe, ji bo serê me bi dewletê re nekeve serêşiyê, me zarokên xwe hînî kurdî nekir û em bi wan re bi tirkî axivîn. Niha zarokên me mezin bûn û me rexne dikin, dibêjin çima we ji me re negot em kurd in û zimanê me kurdî ye?”
Mirovekî din digot: “Me dît li welêt, heta li gundan zarok bi tirkî diaxivîn, gava zarokên me diçin wir, nikarin bi xizmên xwe yên zarok re bidin û bistînin, ji bo wê em bi wan re bi tirkî axivîn û niha ew bi hev re bi tirkî dikarin bidin û bistînin, lê dilekî me şikestî ye, ji ber ku ew çanda kurdî li mala me têk diçe”.
Di her du mînakan de jî tê dîtin, ku dê û bav xwe xistine şûna dewleta tirk û polîtîkaya asîmilasyona dewleta tirk li welatekî Ewropayê li ser zarokên xwe hem ferz kiriye û hem pêk aniye. Ev yek dijwarbûn û xetereya otoasîmîlasyonê yanî asîmilasyona bi destê xwe diyar dike. Dîsa malbateke li welêt rewşa otoasîmilasyonê wiha dianî ser zimên: “Zarok çûn dibistanê û hatin, me got, em li malê bi tirkî biaxivin ji bo zimanê wan ê tirkî bi pêş bikeve û dersên wan baş bibin. Zarokên me hînî tirkî bûn, lê zimanê malê bû tirkî êdî rojekê me dît ku televîzyona me bû tirkî, sohbetên me bûn tirkî û me wek tirkan xeber ji hev re dan. Me got, em ji vê xeletiyê vegerin, lê me kir û nekir zarok venegeriyan ser kurdî. Me xerabiya herî mezin bi destê xwe bi xwe kir. Niha em li kaba xwe dixin, lê ji destê me çû. Êdî ew ne zarokên me, zarokên tirkan in. Ji ber ku bi ziman re exlaqê tirkî jî girtin û ji çanda kurdî dûr ketin.”
Di roja me de gelek derfetên xwejiyandina zimanê kurdî li ser tevna înternetê hene, lê kurd hîn jî bi rêya bikaranîna zimanê tirkî pêşengtiya otoasîmilasyonê dikin. Zimanê kurdî ‘tevî kurmên ji darê’ li ber xwe dide, lê kurd mixabin di çirava otoasîmilasyonê de xerabiya herî mezin bi xwe, bi çanda xwe, bi zimanê xwe û bi hebûna xwe dikin. Bêguman kurdên li ber xwe didin jî hene, yên li her aliyê cîhanê bi zarokên xwe re bi kurdî didin û distînin, yên di çarçoweya “hîndekariya Zimanê dayikê û çanda welêt” de bi israr dibistanên kurdî vedikin û bi dildarî didomînin jî hene, lê piştgirên otoasîmilasyonê wek ava qirêjî ku biherike ser kaniya zelal her okyanûsa zimanê kurdî dilewitînin.
Divê kurd ji bîr nekin zimanekî ji aliyê zarokan ve neyê bikaranîn mehkûmê mirinê ye û gava zimanê neteweyekê bemire, ew netewe jî tevî çand û dîroka xwe dimire. Yên bi zarokên xwe re bi israr bi zimanê dayikê naaxivin, bila careke din ‘kumê xwe deynin ber xwe û ji xewa mirinê şiyar bibin’.


