Kurdî sedsalek e tê paşguhkirin: Perwerdehiya bi zimanê dayikê hîn jî qedexe ye

Hevserokê Şaxa Yekem ê Egîtîm Sen a Amedê Faruk Ercan, diyar kir ku polîtîkayên zext û bişaftinê yên li ser zimanê kurdî berdewam dikin û got, “Nêzîkî sed sal in ku gelê kurd nayê naskirin. Perwerdehiya bi zimanê dayikê hîn jî wekî mafekî bingehîn nayê naskirin" û teqez kir ku dewlet hewce dike ku gavên samîmî bavêje.

1 deqe xwendin
Kurdî sedsalek e tê paşguhkirin: Perwerdehiya bi zimanê dayikê hîn jî qedexe ye

Her çend polîtîkayên tepeserkirin, qedexekirin û bişaftinê yên li ser zimanê kurdî bi dehan salan bi awayên cûrbecûr berdewam kiribin jî tengkirina sîstematîk a hebûna ziman a li ser raya giştî hîn jî berdewam dike. Tepeserkirina bikaranîna kurdî di gelek waran de, ji perwerdeyê bigire heta medyayê, ji hilberîna çandî bigire heta jiyana rojane, di nav faktorên sereke de ye ku gefê li veguhestina ziman ji nifşekî din dike. Ev polîtîka ne tenê zimanekî hedef digirin, lê di heman demê de bîr û nasnameya çandî ya Gelê kurd jî hedef tê girtin. Ligel pêvajoya çareseriyê jî êrîşên li hember zimanê kurdî bênavber didome. 

Bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê bi hevserokê Şaxa Yekem ê Egîtîm Sen a Amedê Faruk Ercan ve hevpeyvînek me pêk anî. 

Faruk Ercan destnîşan kir ku divê ne bi tenê rojekê her roj xwedî zimanê dayikê bê derketin û got ku 21ê Sibatê û 15ê Gulanê hem ji kurdan re û hem ji gelên cihanê re ku zimanê wan ber bi windakirinê ye û ber bişaftinê ye pêwîstiyek mezin e. Faruk Ercan bi lêv kir ku ev nêzîkî sed salin zimanê kurdî nayê qebûlkirin û desthilatdar bişaftinê li kurdan ferz dike û got, “Lê belê Gelê kurd xwedî zimanê xwe derketine û heya niha jî xwedî derketin didome. Wekî ku hûn jî dizanin zimanê dimilkî li ber zimanên windabûyînê ye. Ji ber vê yekê bi taybetî ev 3-4 salên dawiyê ye hem ji bo kurmancî û hem jî bo dimilkî xwedî derketinek mezintir dikin. Ev roj jî ji bo şiyarkirinê ye. Ji bo ku gel xwedî zimanê xwe derbikeve çalakiyên cûr bi cûr tên meşandin. Îsal jî di vê çarçoveyê de bername hatine amadekirin û destpêkiriye.”

Di vê pêvajoyê de divê înkar ji holê bê rakirin 

Faruk Ercan diyar kir ku ew wek Egîtîm Sen di rêziknameya xwe de jî parastina zimanê zikmakî dikin û da zanîn ku ew dixwazin her gel li ser zimanê xwe perwerdehiyê bibîne. Faruk Ercan wiha dirêjî da axaftina xwe, “Lê belê niha ne di zagonan de û ne jî di makezagonan de ev derfet tuneye. Li hember van zagonan em dibêjin divê guhertinek çêbibe. Niha li Tirkiyeyê pêvajoyekê jî tê meşandin. Di vê pêvajoyê de ziman xwedî cihek girîng e. Lê belê em dîbînin ku hîn jî di parlamentoya tirkan de zimanê me nayê qebûlkirin. Dibêjin zimanê nenas. Komîsyona çareseriyê ku hat avakirin Dayikên Aştiyê çûn serdanê û zimanê wan qebûl nekirin. Dewleta Tirkiyeyê dibêje me înkar li ser kurdan rakiriye, lê belê qebûlkirin tuneye. Ev înkarkirinê çawa rakirine; bi vekirina TRT6ê ye. Dixwazin îdeolojiya xwe bi Gelê kurd bi zimanê wan bidin wan. Îro behsa dersên jibarte tê kirin. Lê em dibêjin ev jî xapandinek e. Tu gel zimanê xwe yê dayikê bi dersên hilbijartî nikare hîn bibe. Em ji xwe bi zimanê xwe diaxivin. Pirsgirêka me ew e ku zimanê me ne zimanê perwerdehiyê ye. Pirsgirêka me ya herî mezin ev e. Divê zarok ji destpêka dibistanê heta zanîngehê bikaribin bi zimanê dayikê perwerdehiyê bigirin. Ev mafê wan e xweser e. Ji hele pedegojîk û polîtîk ve jî wisa ye. Dema em lê dinerin Tirkiye xwedî ziman derdikeve, li kîjan welatê tirkek hebe mamoste dişinin ji wan re. Ji bo ku zimanê wan winda nebe. Em naxwazin tu ziman winda bibin. Lê belê bila zimanê kurdî jî bê qebûl kirin. Ger ku em di vê pêvajoyê de dibêjin wekhevî û demokrasiyê ava bikin, divê ev înkar û redkirin jî ji holê rabibe. Lê belê hîn jî zelaleyek derneketiye holê.”

Em dibistanên bijarte wek xapandinê dibînin 

Faruk Ercan destnîşanê pêvajoya aştiyê ku ji hêla Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin û destnîşanê êrîşên li dijî Rojava kir. Faruk Ercan axivî, “Mehek berê hat xûyakirin ku hîn jî înkarkirina kurdan di mêjiyê dewletan de heye. Dewletên emperyalist jî naxwazin ku kurd nebin xwedî statûyek. Ji ber vê yekê jî li Rojava şerek dest pê kir. Li hember van êrîşan Gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê û cihanê rabûn li ser piyan. Gelê kurd ji bo hebûna xwe rabû li ser piyan. Hebûn çiye? Hebûn ziman, çand û hûner e. Ger ku ev nebin û tu nikaribî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînî dawî dawî ew milet ji cihanê rabe.” Faruk Ercan bi bîr xist ku di sala 2012an de dersên jibarte destpêkirine û ew vê yekê wek “xapandin” pênase dike. Faruk Ercan teqez kir ku bi hezaran mamosteyên kurdî nikarin dest bi kar bikin û wiha pê de çû, “Ev 10 salan zêdetir e nêzî hezar mamosteyên kurmancî û dimilkî zanîngeh qedandine. Lê bele heta niha 213 mamote dest bi kar kirine. 213 mamosteyên ku dest bi kar kirine dê têra kî/kê bike. Em behsa mîlyonan kurd dikin. Tu dersan hilbijêrî jî mamoste tuneye. Zarokên ku dersên jibarte dijbêrin re dibêjin mamosteyên me tunene. Dersên jibarte kirine 3 xal û ji van yek ol e, divê teqez bêhilbijartin. Xalek dinê jî wek wêne, mûzîk û werzîş e. Xala sêyem jî kurdî, bîrkarî, fen û îngîlîzî ye. Di perwerdehiya Tirkiyeyê de jî zarok bi ezmûnan diçin lîse an jî zanîngehan. Xala sêyem de xeynî kurdî hemû beşên dinê di ezmûnê de derdivin. Wê demê zarok dix ala sêyemîn de xeynî kurdî ji dersên dinê dijbêre. Lê ev hemû xapandinek e. Ji ber vê yekê em dibêjin di zanîngehan de beşa mamostetiya kurdî zêde bibe. Niha bi tenê 3-4 zanîngehan de heye. Herwiha ev mamosteyên ku zanîngeh qedandine divê dest bi kar bikin, ger ku dest pê nekin tu feydeya wê nîne.”

Bi pêvajoyê re gavên samîmî bavêjin

Faruk Ercan bal kişand ser dibistanên kurdî ku beriya 10-15 sal hatibûn kirin de wiha got: “Dibistanên azad hatibûn avakirin. Ev gavek girîng nû. Wê demê pêvajo çawa ku şiklekê hat xirapkirin di nav de saziyên kurdan û gelek saziyên dinê jî hatin girtin. Kesên ku di ew dibistanan de dibitîn hatin girtin û ceza xwarin. Ji ber vê yekê bi vê pêvajoya ku hatiye destpêkirin ve divê gavên erênî bên avêtin. Gava herî hêsan ji bo avêtina zimanê kurdî ye. Ji kîjan milê gel bi zimanê xwe perwerdehiyê bixwaze, divê dewlet vê mafê bide wan. Çawa ku em îro vergiyê didin, divê kurd jî navê de mafê hemû zimanên dinê jî bidin wan. Daxwaz û têkoşîna me jî ev bi salane li ser vê yekê dimeşe. Heta ku ev maf bê qebûlkirin dê ev têkoşîn jî bidome.”

 213 mamoste hene-50-60 jî xwendevan! 

Faruk Ercan diyar kir ku di rêziknameya Egîtîm Senê de parastina zimanê dayikê hebûye û pişt re derbarê wan de doz hatiye vekirin û ew ji rêziknameyê derxistin. Faruk Ercan got piştî doz hatiye girtin ew carekedin vê yekê xistine rêziknammeya xwe û wiha pêl da axaftina xwe: “Ji avabûna me heya îro em dibêjin zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê. Hemû mamosteyên me dibistanên Tirkiyeyê de dixebitin. Di sala 2024an de nêzî 5 hezarok zimanê kurdî jibart. Em bejin îsal jî 7-8 hezar zarok bin li Amedê. Li gelemperiya Tirkiyeyê nêzî 50-60 hezar kes vê zimanê hildibijêre. Lê bi tenê 213 mamoteyên me hene. Demekê sertfîqayên mamosteyên kurdî Derê dihatin qebûlkirin. Lê belê ev hejmara mamosteyan têra perwerdehiyê nakin. Gelek mamosteyên kurdî hene ku benda kar in. Dewlet divê mafê gelan ên mirovî qebûl bike.”

Banga xwedî derketina ziman

Faruk Ercan di dawiya axaftina xwe de bang li hemû miletan kir ku xwedî li zimanê xwe derbikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ziman hebûna vê miletê ye. Ger ku ev ziman ji holê rabe dê ev gel jî ji holê rabe. Çand û hûner jî winda dibe. Em îro dibêjin Feqiyê Teyran, Ehmedî Xanî, Cîgerxwîn û Mem û Zîn heye. Lê ger ku ev ziman winda bibe dê sed salên dinê zarok û neviyên me dê bêjin ji me re tiştek nehîştine. Pêşketina teknolojiyê aliyekê başe û aliyekê ve jî nebaş e. Ji ber ku dema lêkolînê tu dikarî kurdî jî lêgerînê bikî, lê aliyê dine ve jî ji ber îngîlîzî ye zimanê xwe jî ji bîr dikin. Bi taybetî jî divê dayik bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Ji ber ku dayik zarokên xwe bi zimanê xwe dikarin mezin bikin. Cihek wek Amedê ku paytexta Kurdistanê ye îro gelemperî tirkî diaxivin. Li Êlih û Mêrdînê kurdî tê axaftin. Lê ev kêmasiya me hemûyan e. Herwiha ev hişyarî ji bo vê rojê tenê têr nake. Divê her roj ev hişyarî bê kirin. Bi taybetî divê em di malên xwe de kurdî biaxivin.”