Kurdî û nasnamey lokalliyekan
Gelî Kurd le çendan pêkhatey îtînîkî, zimanî û zarî pêkhatuwe. Cige le kurdî musullmanî sunî û şî’e, pêkhatekanî êzîdî, şebek û yarsanî/kakeyî, herweha zarekanî kurmancî jor û jêr legell zarî goranî be hewramî û zazakiyewe zarekanî kurdî xwarûn weku zarekanî “lek, lor, kellhûr” û binzarekanî, bêguman her yek lem pêkhatane ser be netewey mezinî kurd in.

Fereydun Saman
Em sede ye, hizirî nasyonalîstî yan hizirî aynî weku îdolojiya û diyardeyekî “Tundrew” le komellgekan da serîhellda, le komellgeyek da ke çendan netewe, îtnîk, ayin û ayinzayan heye, wate komellgeyekî fireyî ploralîzm in, zor car em hizire tundrewî ye le layen dewllete nawende şikistxwarduwekan berêwedebirên, le encam da tundûtîjî û terror berhemî dewlletêkî tundrewî neteweyî yan fendementalîzm e ke emeş hokarî serekî “Şikestî Nasname”ye ke le encamî rastewxoy şikestî gutarî ayinî yan neteweyî serhelldedat û bûnete “Bombî Katî” û amaden le her satêk da biteqênewe. Bo nimûne ew milmilanê û şere nawxoyaney le çend nawçey cîhan û rojhellatî nawîn da hen, be tayetîş le Kurdistan da şahîdî ew tengeje û rûdawanen ke tiyay da hemûwan komellkuj deken ke le encamî şikestî karesatbarî şunas e le ser çend astêk, ne nasnameyekî gewre tuwanî nasnamey biçûk, ne nasname le serewe bo xwarewe tuwanî ewî dî red bikatewe, tenha nasnameyek heye nek weku çekêk bo berengar bûnewey şunasekanîtir, bellku weku gutarêk bo peywendî kirdin legell şunasekanîtir û ewîş pêkewejiyan e legell yektir da, duwacar amancî neteweyî serdest le nasandinî nasnamey em pêkhate resenaney Kurd weku ziman û netewey ciyawaz legell Kurd, paktawî nejadî û gorrankarî demografî bûwe le xakî nîştîman û destgirtin bûwe be ser samanî suruştî û miroyî Kurdistan da.
Emro le serdemî globalîze û teknolojî zanyarî rewşeke ciyawaz e û hîç nasnameyek nîye be nawî “Min” bê Ewîtir “Ewan/Ew/To”. Nasnamey “Min” hîç watayekî nîye bê nasnamey ewîtir. Azadî bo yekêk bê azadî ewîtir bûnî nîye. Şunas be tenha najî û dabirraw nîye le dunya da, bellku le cîhan da le rêy cîhanewe û legell cîhan da dejî. Yeksan nîye be yek kes, bellku mirov weku fireyî yeksan dekat.
Lek, lor, kellhûr…
Gelî kurd le çendan pêkhatey îtînîkî, zimanî û zarî pêkhatuwe. Cige le kurdî musullmanî sunî û şî’e, pêkhatekanî êzîdî, şebek û yarsanî/kakeyî, herweha zarekanî kurmancî jor û jêr legell zarî goranî be hewramî û zazakiyewe zarekanî kurdî xwarûn weku zarekanî “lek, lor, kellhûr” û binzarekanî, bêguman her yek lem pêkhatane ser be netewey mezinî kurd in. Nebûnî qewareyekî serbexoy Kurdistan û nebûnî yekêtiyekî neteweyî û ciyawazî ayin û ayinzayan, wêray ciyawazî zar û binzarekan, herweha dûrî şiwênî cografî em pêkhatane, le yektir, corêk le lêktirazanî bo çê kirdûn, boye asayî ye katêk kurdêkî lor, zazayî, hewramî yan her komellêkîtirî em pêkhatane cext le zarekanyan weku ziman dekenewe û hendêk carîş xoyan weku ziman denasênin û nasnamey lokallî xoyan dexene pêş nasnamey neteweyî xoyan, wata pêş ewey billên ême kurdîn, dellên ême lorîn, zazakîn, hewramîn, êzîdîn, şebekîn ke her hemûyan guzarişt le nasnamey lokallî xoyan deken û hawkat kurdbûnî xoşyan ret dekenewe, kewate şunas hellbijardin mafî suruştî her grupêk emafêke ke le hemû peymanname nêwdewlletiye peywendîdarekan da misoger kirawe, bellam nasname cêgîr nîye, wata be giwêrey kat û şiwên degorrêt çunke nasname be “ledayikbûn” weku şitêkî rêkkewt diyar nakirêt, bellku weku “Şêwazî Jiyan” diyar dekirêt. Kesêkî Ewropî yan afrîkî ke hellgirî nasnameyeke, eme hellbijardinî xwast û wîstî xoy nîye, bellku nasnanmeyekî jênatîkî ye ke be serî da sepênirawe û helldegirêt. Heman şit bo takêkî êzîdiyek yan hewramiyek, zor car le encamî parawêzxistinî nasnamey lokallî em pêkhatane, weku perçekirdarêk cext le serbexoyî nasname lokalliyekey xoyan dekenewe, egîna nakirêt pêkhateyekî giringî weku hewramiyekan ke zimanî pîrozî Yarsan “Serencam” be zarî Hewramî nûsrbêt û tenanet zimanî desthellatî nêzîk be hewt sedey mîrnîşînî Erdelan bûbêt ke her bew zarê kurdî bûwe, kesanêk hebin haşa le kurdbûnî xoyan biken.
Emro kesanêk biyanewêt nasname lokalliyekan be pêş nasname neteweyikan bixen, wata xoyan le nasnamey neteweyî kurd dabirrênin, neku her helleyekî gewre deken, bellku xizmet bew ecîndaye deken ke sedeyek pitir e dewllet-netewey dagîrker be plan û bernamey taybet karî bo deken. Hellbet em boçûne bo kurdanî êzîdî, şebek, lek û lorîş her rast e, weku amajem pêkird mawey sedeyek pitir e netewey serdestî edeb, fars û turk be damezirawey taybet be nawî nawendî tuwêjînewey zanistî û saxtekirdinî belgey mêjûyî neteweyekî resen be terxankirdinî sedan milyon dolar bo em mebest e, hewllî cudakirdinewey ew pêkhte resenaney kurdistaniyan dawe, ta radeyekîş karîgeriyan be ser hizir û hestî kesanêk hebûwe ke be daxewe debin be zimanhallî dagîrkeran û dupatî dekenewe kurd netewe nûye yan zimanî kurdî bûnî nîye û kurd komelle zimanêke yan zarekanî zimanî serbexon. Bêguman her mirovêk, her grupêk mafî ewey heye ew nasnamey ke arezûy dekat û ew netewey ke şahnazî pêwe dekat le baweş bigirêt, be mercêk be nasnamey xoy şunasekanî dîke ret nekatewe û sûkayetî be pîroziyekanî neteweyekî dîke nekat û hewllî tunakirdinî şunasî netewekanî dîke nedat.
Kurdistanî Sor
Sebaret be dagîrkirdinî Kurdistan û peyrewkirdinî siyasetî jînosaydî kulturî, bi milyonan kurd lenawçûn û le naw komellgey netewe serdestekan da tuwanewe, bûn be ereb, fars û turk, bo nimûne tenha le Kurdistanî Sor da, sê milyon kurd lenawçûn, bellam sed hesar êzîdî le sayey pîrozî bawerekeyan û zimanî kurdî ke zimanî “Cîlwe” û “Meshefa Reş”e, bo ewan hêşta zînduwe, çunke le bawerî êzîdî da “zimanê kurdî zimanê Xwedê ye “ wata tenha zimanî peywendî û nêzîkbûnewe ye legell xuda, Tawusî Melek, erd û asman, herweha hemû pêkhatekanî kurdînî le ruhî êzîdî, le bawerî û suruştî le felsefey xor û Zagrosiyekey da debînirêt û xakî Kurdistan bo ewan pîroztirîn xakî ser zemîn e. to serdanî her malle êzîdîyek bikey, xudaniyek debînî, mallî xudan, mallêk be dîwarî mellakeyewe hellwasirawe ke rûxsarî be xoreweye ke em xudanî pêy degutirêt “Barat” û le naw ew da xakî Laleş û awî Laleş dayik û şîrî dayikî kurd e. Felsefekey birîtîye le bestinewey ruhî êzîdiyekan be xakekeyanewe, ewan le her şiwênêk koçiyan kirdibêt û le her şiwêşk nîştecê bûbin.
Xellkî êzîdî weku nimûneyek le pêkhatey mezinî kurd, hemîşe çiya û bend û kospêke ke rêgirî le tunabûnî gelî kurd dekat, cige lewe parêzwanî ziman, mîras, mêjû, muzîk, ziman, cil, sema û suruştî Kurdistan in. Tenanet qise pêşînekanî xellkî êzîdîş, stayişî suruşt, çiya û dollekanî Kurdistanî têda debînîtewe. Ruhî takî êzîdî her le ledayikbûnewe ta duma rojî ew, her be ziman û awazekey xoyewe girêdirawe ke be awazî def, şimşal û muzîka kurdî spardeya xak dekirêt.
Nimûney êzîdiyekan eweman nîşan dedat ke pêkhate cîyakanî kurdbûn weku netewe, kurdî weku ziman û nasname, Kurdistan weku nîştîman, rîşey hezaran sallîyan heye û hemîşeş her wa demênêtewe.
(SORANÎ)


