PJAK: Bila her mal ji bo kurdî bibe dibistanek
Partiya Jiyana Azad (PJAK) bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî got: “Rêzgirtina li zimanê kurdî û hewldana ji bo pêşxistin û xurtkirina wê ya li her çar parçeyên Kurdistanê, li dijî polîtîkayên qirkirina çandî yên sîstemên deshilatdar, ne tenê erkeke çandî ye, di heman demî de erkekî exlaqî, siyasî û rewşenbîrî ye. Pêwîste her malek ji bo fêrbûn û bihêzkirina zimanê kurdî bibe dibistanek.”

PJAKê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî rojeke ji bo rêzgirtina li çanda kevnar û resen a gelê kurde û tê gotin: “Zimanê kurdî beşek girîng û binirx yê pir çandiya li Rojhilata Navîn e. Ev roj li tevayî azadîxwaz, welatparêz, parêzvanên nasname û rûmeta gelê kurd pîroz be. Zimanê kurdî wek yek ji zimanên herî kevnar, dewlemend û zindî yên cîhanê ye. Amrazekî girîng û xwezayî ye ji bo derbirîna nirxên jiyana azad, demokratîk û mirovî. Rêzgirtina li zimanê kurdî û hewldana ji bo pêşxistin û xurtkirina wê ya li her çar parçeyên Kurdistanê, li dijî polîtîkayên qirkirina çandî yên sîstemên deshilatdar, ne tenê erkeke çandî ye, di heman demê de erkekî exlaqî, siyasî û rewşenbîrî ye.”
Zimanê kurdî bingeha sereke ya nasnameya çandî ye
Di dewama daxuyaniyê de tê gotin ku zêdetirî sed sal in gelê kurd li dijî siyaseta înkar, bişaftin û qirkirina çandî li berxwe dide û divê oxirê de gelek şehîd dane. Bi vê boneyê ew şehîdên rêya azadî û zimanê kurdî bibîr tînin.
PJAKê di daxuyaniya xwe de got: “Gelê kurd tevî têgihiştineke kûr a li ser girîngiya têkoşîna azadî û demokrasiyê, di aliyê madî û manewî de jî gelek qurbanî dane. Ev gelê kevnar bi piştgirêdana bi vîna xwe ya komînal û fedekariya xwe ya bêhempa, serdema qirkirina çandî derbas kiriye û niha di qonaxa gihîştina azadiyeke tam de ye. Zimanê kurdî, wekî bingehek sereke ya nasnameya çandî, beşeke ji mîrateya mirovahiyê û dewlemendiya cîhana ziman û çandan.”
Di beşek din ya daxuyaniyê de tê gotin: “Bihêzkirin û pêşxistina zimanê me ne tenê parastina nasnameya gelê kurd e, lê belê gaveke bibandor a ber bi bihêzkirin û geşepêdana çandî, demokrasiya rastîn û rasterast a li herêmê ye. Zimanê kurdî zimanê derbirîna rewayetiya çandî ya bi hezaran sala ya gelên Zagrosê ye û di heman demê de landika çanda mirovahiyê ya li herêmê ye. Herwiha di herikîna têkoşîna gelê me de, bûye zimanê derbirîna rastîn ya azadî û demokrasiyê. Zirar gihandina vî ziman û çandê, zirareke ku nayê qerebûkirin û ziyaneke digihe hemû gelên Rojhilata Navîne.”
Herwiha di dirêjiya daxuyaniya PJAKê de tê gotin: “Li rojhilatê Kurdistan û Îranê, zimanê kurdî wek zimanê têkoşîna azadiyê, geşbûna hişmendiyeke demokratîk û dirûşmeya tije wate ya ‘Jin Jiyan Azadî’ lê hatiye û di vê çarçoveyê de destkeftiyên girîng bi dest xistine. Niha Îran rûbirûyê qonaxeke dîrokî ya guhertinan bûye, pêwîst e bi rêya guhertineke bingehîn, dawî li desthilatdariya zalim û pêvajoya qirkirina çandî were anîn û di şûna wê de pêkhateyeke demokratîk ku rêzê li hemû netewe û zimanan bigire, were avakirin. Ji bilî vê, tu vebijarkeke leşkerî nikare wek berê çand û zimanê kurdî rûbirûyê tunebûnê bike. Ji ber ku gelê me ji bo parastina zimanê kurdî, wê bi awayekî yekalî têkoşîna xwe berdewam bike.”
Di daxuyaniya PJAKê de tê diyarkirin ku pêşxistin û xurtkirina zimanê kurdî û bikaranîna wê erkê herkesî ye û wiha dom dike: “Pêwîste her malek ji bo fêrbûn û bihêzkirina zimanê kurdî bibe dibistanek. Li ser vî bingehî em bang li hemû çalakvanên civaka sivîl, rewşenbîr, mamosta, ciwan, jin û çîna hişyar ya civakê dikîn ku ji bo rêxistinbûna xwe ya demokratîk, di hemû qadên girîng de ji bo parastin, bihêzkirin û pêşxistina zimanê kurdî têkoşîna xwe xurt bikin. Em dubare dikin ku her gotinek, her nivîsek û her parçeyekî zimanê kurdî bi hemû zaravên xwe ve, ji aliyê me ve wekî çalakiyek, têkoşîn û pêngaveke civakî tê dîtin.
Em wek meclîsa PJAK Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin. Herwiha em piştgiriya xwe ji pêngava gelê kurd ya ku li rojavayê Kurdistanê ji bo fermîkirina zimanê kurdî hatiye destpêkirin re nîşan didîn. Em daxwaz ji gelê kurd dikîn ku bi hemû şêwazek di nava jiyan û karê rojane de bi awayek zanistî fêrî ziman û zaravayên xwe bibin û bi awayek hestiyar nêz bibin.
Herwiha em daxwaz ji gelê xwe dikîn ku di vê dema hestiyar de bi awayek çalak tevli têkoşîna azadî û demokrasiyê bibin. Ji ber ku tenê bi îradeya komî ya gelê me em dikarin hemû rojek bikin roja pêşxistin û bihêzkirina zimanê kurdî.”


