Li Rojava perwerde û entegrasyon

Sala 2017an di warê perwerdeyê de, bû xala werçerxê. Li Qamişloyê zanîngeha Rojava hat vekirin. Paşê di heman salê de li Kobanê Zanîngeha Kobanê hat vekirin. Li zanîngehan dersên jineolojiyê weke beş hatin dayîn. Belê dersên jineoloiyê ne tenê di refan de di nav civakê bi tevahî de hatin dayîn. Akademiyên jinan hatin vekirin.

1 deqe xwendin
Li Rojava perwerde û entegrasyon

Li rojavayê Kurdistanê yek ji qadên herî girîng ên ku xebat lê didomin qada perwerdeyê ye. Beriya şoreşa 2012an perwerde li dibistanan bi zimanê erebî û li ser bernameya rejîma Baasê dihat dayîn. Ji ber polîtîkayên bênasnameyahiştina kurdan a rejîma Baasê, bi hezaran zarokên kurd ji mafê perwerdeyê bêpar bûn. Şoreşa Rojava ya 19ê Tirmeha 2012an, mîna qada civakî û leşkerî di qada perwerdeyê de jî derî li şoreşa zihnî vekir. Digel ku beriya şoreşê jî bi awayekî veşartî li malan perwerdeya zimanê kurdî dihat dayîn, bi şoreşê re û avakirina yekemîn meclisên bajaran re deriyên dibistanan bi destê jinan hatin şikandin û gavên perwerdeya bi zimanê dayikê hatin avêtin. 

Di sala 2013an de bi awayekî fermî yekemîn car li Kantona Cizîrê dibistanên bi zimanê kurdî perwerdeyê didin, hatin vekirin. Di heman pêjavoyê de zimanê erebî û suryanî jî di nav zimanên fermî de hatin qebûlkirin. Bi vî rengî modela perwerdeya pirzimanî ket meriyetê. Her wiha li cihên taybet jî perwerdeya zimanê ermenî dest pê kir. 

Piştî ku di sala 2014an de li Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê Rêveberiya Xweser a Demokratîk hat îlankirin, êdî pergala perwerdeyê jî bi sazî bû. Heman salê jî amadekariyên mufredata nû ya perwerdeyê hat kirin. Mufredata hat amadekirin li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hişmendiya konfederalîzma demokratîk, wekheviya civakî ya zayendî, perspektîfa civaka ekolojîk, dîroka herêmî û çandê esas girt. Bi qasî ku li refên dibistanan perwerdeyê dewam kir, di qada civakî de jî bi rêya komun û meclisan perwerdeya civakî bi giştî di nav hev de hat meşandin. Zarok di refên xwe yê dibistanan de çawa ku mîna komunekê bi mamosteyên xwe re hatin ba hev, li taxan jî bûn endamê komunan. 

Di pêvajoya êrişên DAIŞê de perwerde

Sala 2014an di heman demê de sala êrişên dijwar ên DAIŞê ye. Bi taybetî di pêvajoya şerê Kobanê de gelek dibistan hatin wêrankirin. Lêbelê bi sala 2015an dibistan ji nû ve hatin avakirin bernameyên ji bo xwendekar û mamosteyan hatin amadekirin. 

Zanîngeha yekemîn 

Sala 2017an di warê perwerdeyê de bû xala werçerxê. Li Qamişloyê zanîngeha Rojava hat vekirin. Paşê di heman salê de li Kobanê Zanîngeha Kobanê hat vekirin. Li zanîngehan dersên jineolojiyê weke beş hatin dayîn. Belê dersên jineolojiyê ne tenê di refan de di nav civakê bi tevahî de hatin dayîn. Akademiyên jinan hatin vekirin. Di perwerdeyan de wekheviya zayendî bû navenda bernameya perwerdeyê. 

Bêguman di nav salan de li Rojava ya ku êriş li ser ranewestiyan, qada perwerdeyê jî para xwe ji êrişan wergirt. Dem bi dem dibistan hem ji ber êrişên DAIŞê hem jî ji ber êrişên dewleta tirk neçar man rawestin. Di demên koçberiyê de dibistan bûn stargeha koçberan û ev yek jî bandorê li xwendina şagirtan kir. 

Bêguman li gel tiştên ku me anîn ziman mîna gelek qadên li rojavayê Kurdistanê li qada perwerdeyê jî destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Ji mamosteyên ku li dibistanan perwerdeyê didin heta şagirtên perwerdeyê dibînin têkiliya komun-perwerdeyê jî tevî kêm û kurtiyên xwe heta astekê hatiye avakirin. Ne tenê kurd, gelên suryan, ereb û ermen jî ji komunên taxên xwe heta dibistanan hebûna xwe bi dest xistin, bûn xwedî bingehekê ku bikaribin ziman û çanda xwe biparêzin. 

Entegrasyon

Bi êrişên ku di 6ê çileyê de li ser rojavayê Kurdistanê hatin destpêkirin û peymana ku di 29ê çileyê de hat îmzekirin li seranserî Rojava mijara entegrasyonê ket rojevê. Bêguman yek ji xalên ku herî zêde tê meraqkirin entegrasyon e ku dê di qada perwerdeyê de pêk were. Li gor lihevkirinên herî dawî dê îsal ku mehek ji perwerdeyê maye û sala bê bernameya Rêveberiya Xweser a heta niha li ser dimeşiya berdewam bike. Pêvajoyên piştî du salan dê bernameya perwerdeyê çawa be li ser vê yekê hê nîqaşek nehatiye meşandin. Weke xalek ji peymana 29ê çileyê dîploma û sertîfîkayên ku di navbera salên 2014-2026an de hatine wergirtin hatibû erêkirin, lê belê ev biryar hê bi fermî nebûye. Tê payîn ku ev mijar bi biryarekê, dê ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Şamê ve bê zelalkirin. Her wiha tê payîn ku pirtûka zimanê kurdî weke dersa hilbijêr tê amadekirin lê belê dê li herêmên Rêveberiya Xweser ev yek neyê qebûlkirin. Bi giştî nîqaşên li ser entegrasyona di qada perwerdeyê de, ji gelek aliyan ve nîqaş berdewam in.