Samî Tan: Divê statuya kurdî bê naskirin

Zimanzan Samî Tan bi boneya 15ê Gulanê Roja Cejan Zimanê Kurdî û li ser girîngî, xetereyen li ser ziman axivî û diyar kir ku di teşedayîna kesayet û civakê de roleke ziman a taybet heye û got: “Divê ji bo statuya zimanê kurdî gavên hiqûqî bên avêtin.”

1 deqe xwendin
Samî Tan: Divê statuya kurdî bê naskirin

Firat Tûnç

Ziman ne tene amûreke danûstandinê ye, di heman deme de, sembola hebûn, nasname û berxwedana çandî ye. Ziman kesayetiya civakî jî nîşan dide. Wendabûna zimanekî, wendabûna nasnameyeke taybet e. Wendebûna zimanekî bi xwe re wendabûna hebûn, çand û dîrokê jî tîne. Ji ber vê yekê jî çîrok, stran, destan û serpêhatiyên gelekî bi saya ziman ji nifşekî derbasî nifşên din dibin. Têkiliyên mirovî, parvekirina hest û ramanên hevpar bi rêya zimanekî zelal pêkan e. Zimanekî dewlemend, hevgirtineke civakî ya xurt jî bi xwe re tîne. Bi pêşengiya Mîr Celadet Elî Bedirxan di sala 1932yan de Kovara Hawarê li Şamê bi tîpên latînî hat weşandin. Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP Kurdî) di 15ê Gulana  2006an de bi biryarekê “Roja Cejan Zimanê Kurdî” ragihand. Ji vê rojê ve 15ê Gulanê bi çalakiyên cur bi cur tê pirozkirin. Gelê kurd îsal jî bi rasthatina 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî re xwe ji bo pîrozbahî û rêzeçalakiyan amade dikin. Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, li ser rewşa ziman zimanzan Samî Tan nirxandin kir. 

‘Ziman û netewe girêdayî hev in’

Zimanzan Samî Tan da zanîn ku mirov bi hest û ramanê xwe bi rêya ziman radigihîne û got: “Ji bo vê yekê jî yekgirtineke ruhî di navbera wan mirovan de pêk tê ku bi heman zimanî diaxivin. Lewra jî di teşedayîna ruhiyet û kesayeta mirovan de û civaka hevziman de roleke taybet a ziman heye. Ziman bi peyv û rêzikên xwe yên rêzimanî awayekî hizirîna civakê nîşan dide. Bi vî awayî jî nîşaneya taybetiyên civakî û çanda civakê ye. Hilgirê çandê ye. Ji ber vê yekê jî ziman eyneya civakê ye. Civak çawa ku hest û ramanê xwe der dibe, çawa ku dihizire bi vî awayî ziman ji bo neteweyekê girîng e. Hem neteweyekê bi hev ve girêdide û hem jî raman û hesta hevpar pêk tîne.” 

‘Bingeha zimanê kurdî ava kir’

Samî Tan diyar kir ku Mîr Celadet Bedirxan yekgirtineke xurt ji bo bingeha zimanê kurdî da avakirin û wiha got: “Mîr Celadet Bedirxan her çiqas li ser zaravayên din jî xebitîbe, lê vê demê bi Tevfîk Vehbî re li hev kiribûn ku alfabeyeke hevpar pêk bîne. Lê mixabin ji ber sînorên çêkirî yên li Kurdistanê hatine kişandin, derfetên heyî yên vê demê nekarîn vê yekê pêk bînin. Ji bo vê yekê jî her yek alfabeyek cuda çêkir. Lê dîsa jî Mîr Celadet Bedirxan pîvanên zanistî bingeha rêziman û rastnivîsa kurdî danî. Vê bingehê îro derfet da me ku zimanekî li gorî civaka nû û li gorî pêdiviyên civakê û zimanekî heta radeyekê yekgirtî pêk bînin.”

‘Li ser Zimanê xetere heye’

Samî Tan destnîşan kir ku Kovara Hawarê bingeheke xurt daniye û li ser vê bingehê jî xebatên dûvedirêj hatine kirin û wiha pê de çû: “Tevî hemû astengiyan jî ev xebat heta roja îro hatiye û îro gihîştiye qonaxeke girîng. Lê aliyê din bi milyonan mirov bi aweyekî xwezayî xebardidan û jiyana xwe bi vî zimanê pêk dianîn, îro ji vî zimanê dûr dikevin û qut dibin. Bi taybetî jî nifşên nû êdî bi zimanê kurdî mezin nabin. Di gelek qadên jiyanê de zimanên serdestan cihê zimanê me girtiye. Zimanê me ji gelek qadên jiyanê hatiye derxistin. Ji bo vê jî dema mirov rêje û hejmara kurdan dide ber çavan, xetereyek li ser zimanê kurdî heye. Hawarê peywira xwe bi cih aniye. Lê tiştên ku ji Hawarê derbas dibin hene. Ew jî statuya zimanê kurdî ye. Dibe ew derfet hebin ku zimanê kurdî bikin zimanê jiyanê.”

‘Cîhan dê bibe goristana zimanan’ 

Samî Tan bi lêv kir ku li cîhanê heft hezar ziman hebûn û wiha domand: “Tê gotin ku dê di 50 salî de gelek ziman wenda bibin. Ev xetere ji aliyê çandî, fikir û ramanî ve jî nîşan dide ku dê piştî sed salî li rûyê cîhanê tenê çend ziman bimînin. Cîhan dê bibe goristana çand û zimanên cuda. Lê her zimanek di nav xwe de gencîneyek peyvan, rêzikên cuda yên rêzimanî û awayekî fikirînê, reftar û tevgerê di nav xwe de dihewîne. Bi mirina her zimanî re qismek nirx radibin. Mirina zimanekî zirarê dide ekolojiya çandî. Ji bo mirovahiyê ev yek xetereyeke mezin e. Mirovahî her diçe ber bi jiyan û çandeke rijî ve diçe. Ji xweşikî û pirdengiya xwe dûr dikeve. Ji bo kurdan jî wendakirina zimanê xwe tê wateya wendakirina nasnameya xwe. Ji ber vê yekê gelek zanyar û zimannas bi taybetî perwerdeya bi darê zorê ya ku li ser zarokan bi zimanê serdestan tê ferzkirin wekî  “jenosîda spî” bi nav dikin. Ev yek jî li dijî mirovahiyê sûc e.”

‘Polîtîkayên yekzimanî’

Samî Tan da zanîn ku bişaftina li ser zimanan ji aliyê netewe-dewletan ve bi polîtîkayên yekzimanî pêk tê û got: “Ew polîtîkayên netewe-dewletan li gorî plansaziyekê didin meşandin. Bi armanca neteweyeke homojen pêk bînin tevdigerin. Li gorî vê jî polîtîkayên xwe didin meşandin. Li hemberî van polîtîkayan jî berxwedaneke civakî, siyasî, sivîl û demokratîk divê. Ev berxwedan divê ji bo ziman nemire, derfetên perwerdeyê yên navxweyî yên sivîl û demokratîk û geşkirina ziman her wiha pêkanîna termînolojiya li gorî jiyana nû biafrîne. Dîsa bi rêya sînema, huner, ragihandinê divê zimanê kurdî belavî her derî bibe. Aliyê din jî ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê statuya wî bê naskirin divê xebat bê meşandin. Divê her ferdê/a kurd û azadîxwaz ji xwe dest pê bike. Wekî xelekeke li ser avê çêdibe û her ku diçe belav û fireh dibe divê xebateke domdar û bi rêk û pêk bê kirin. Ji ber vê yekê jî divê cudahiyên siyasî û îdeolojîk pir zêde nebin asteng û li gorî berjewendiyên hemû civakê xebat bên kirin.”

Zirar û derfeta teknolojiyê

Samî Tan bal kişand ser teknolojiya roja îroyîn û diyar kir ku teknolojî hem bişaftinê bi lez dike û hem jî derfetên berxwedanê derdixe holê û wiha lê zêde kir: “Ew navgînên ku zimanê me ji holê rakin û li dijî çanda me ne, em dikarin wan bikin bin xizmeta xwe. Divê em li hemû qadan zimanê xwe bi kar bînin. Mînak em dikarin li medyaya dijîtal, ragihandin û her wekî din, bi zimanê xwe xebatên xwe bimeşînin. Van sînorên heyî ji holê rabikin. Di asta neteweyî de yekîtiya xwe pêk bînin. Bi taybetî jî li qadên sivîl rojnamegerên me, karsazên me, wejêkarên me dikarin yekîtiya xwe saz bikin. Ancax bi vî awayî sînorên heyî dikarin bên derbaskirin. Divê me demildest derfetên teknolojîk bikin xizmeta zimanê xwe.”

Statuya zimanê kurdî

Samî Tan destnîşan kir ku ji bo zimanê kurdî di asta navneteweyî de bê qebûlkirin xebatên dîplomatîk lazim in û wiha bi dawî kir: “Li Ewropayê platforma zimanên bindest heye. Gelek zimanên nefermî hene û li Ewropayê di bin vê platformê de hevgirtina wan zimanan heye. Kurdên dîasporayê jî dikarin ji vî alî ve pêşengtiyê bikin û beşdarî wan platforman bibin. Her wiha xebatên welêt jî tevlî wan bikin. Sazî û rêxistinên li qada ziman dixebitin dikarin hevgirtina xwe pêk bînin û tevlî xebatên wisa bibin. Di asta saziyên navneteweyî de wek yekîtiya Ewropayê û saziyên din ên cîhanî, xebatên dîplomasiyê bikin. Her wekî din divê ji bo statuya zimanê kurdî ji hêla hiqûqî de gav bên avêtin ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê ku wenda nebe.”