Kurêş û mele

Li gundekî navwenda malbatek dijî: mala Kurêş. Kurêş hevjîna xwe û kurê xwe yê heft salî ne. Malbata Kurêş, malbateke xizan bû û rêncberiya gund dikir. Deriyê mizgeftê  û hewşa mala Kurêş li hember hev bûn.

1 deqe xwendin
Kurêş û mele

Li gundekî navwenda malbatek dijî: mala Kurêş. Kurêş hevjîna xwe û kurê xwe yê heft salî ne. Malbata Kurêş, malbateke xizan bû û rêncberiya gund dikir. Deriyê mizgeftê  û hewşa mala Kurêş li hember hev bûn.

Zarokên gund sibê zû elifbêtkên wan di tûrikên wan de û di stûyê wan de berê xwe didan mizgeftê, weke kewên gozel, deng bi hev dixistin û dibû qebeqeba wan bi yek dengî û bi zarê erebî, xêzikên ku mele pêş wan kiribûn, di ser re û di bin re, bi dengê bilind dixwendin.

Hevjîna Kurêş, dibêje Kurêş:

  • Canê min, sermiyanê dilê min, bi ya min be, wê kurê me jî biçe cem mele dersê bigire. Bila nezan nemîne, jixwe em û ev kur in, belkî di pêşerojê de bibe meleyê gundekî û pariyek nanê  helal bixwe, tu çi dibêjî?

Kurêş li hevjîna xwe dinêre û dibişire:

  • Tu dizanî, gula baxê dilê min. Tu çawa dixwazî, wisa bike, ez bi fikira te bawer im, kevaniya mala min. Lê ku tu ji min bipirsî, ez erênî nabînin, ji ber ku em tiştekî jê fêm nakin! Ka van zarokên reben qebeqeba wan e, ew jî nizanin çi dibêjin. Lê dîsa esil tu yî.

Hevjîna Kurêş Gulê:

  • Belê tu rast dibêjî, lê menewiyat jî girîng e. Bi ya min be, bila biçe, ne cîhekî dûr e, di ber mala me de ye.

Ez serê we neêşînim, Kurêş û Gulê gotina xwe dikin yek. Gulê serê sibê zû radibe, çekên kurê xwe diguhere, temberiya wî şeh dike û bi destê wî digire dibe mizgeftê, cem mele.

Dema dikevin hewşa camiyê, mele radibe û pêrgî wan tê, xêrhatina wan dike û bi çavên xwe, jinikê diparzinîne, ji nigan hetanî serî.

Rojek, du roj, sê roj... kurik diçe dersê û tê.

Rojekê dayika wî dipirse:

  •  Kurê min ka mele çi nîşanî we dide?

Kurik dibêje:

  • Weleh yadê mele ev tenê rê min daye; îşev  ewr e çîpê diya min gewr e, îşev ewr e çîpê diya min gewr e...

Gulê niyeta mele fêm dike û ji hevserê xwe Kurêş re dibêje:

  • Divê ku em di nav xwe de planekê çêbikin û derseke baş bidin melê.

Gulê dibêje kurê xwe:

  • Kurê min, dema ku mele hat mizgeftê, bêje mele, dayika min jî ev ders nîşanî min da.

Dibe sibeh kurik diçe mizgeftê. Diçe li hember mele disekine û dibêje:

  • Xalê mele, dayika min jî çend hevok rê min dan.

Çavê mele weka bîmboqan dibiriqin û dibêje:

  • Êêê ka bêje; dayika te çi rê te da?

  • Weleh xalê mele, dayika min jî got elîf û bê dayika min mele divê, elîf û bê dayika min mele divê. 

Mele ji kêfan difire.

Kurêş radihêje bêra xwe, dide ser milê xwe, weke ku biçe nav zeviyê diçe xwe li derveyî malê vedişêre. Dema mele dinihêre ku Kurêş derket, hema bi lez diçe rûyê xwe yê dirêj li şeh dixe û misk û emberê bi xwe werdike û berî dide mala Kurêş.

Dema dikeve derî çav li Gulê dikeve, hişê xwe wenda dike.

  •  Mele kerem bikin, hûn bi xêr hatin, ka rûnên ez ê ji we re tasek dew bînim.

Dema mele xwe berdide ser paldankê, Gulê tasa dew dide destê wî û mele dipirse:

  • Ka qey Kurêş ne li malê ye?

  • Na mele, îro karê wî li nav zeviyê heye.

Mele carekê du caran rihê xwe yê dirêj, bi kefa destê xwe difirikîne û ber bi Gulê ve diçe.

Di wê kêliyê de Kurêş li derî dide, bang dike:

  • Gulê haaaa Gulê ka derî veke, Gula ber şibaka dilê min.

Dema mele dengê Kurêş dibihîze, çongên wî dilerizin.

  • Mele netirse, ha ji te re vî kirasê min li xwe bike û vê kefiya min li ser û çavê xwe bipêçe û rûnê.

Mele kiras li xwe dike, ser û çavên xwe dipêçe.

  • Ma mêvana te kî ye Gula min?

  • Cîrana me ye, hatiye aliyê min savar bihêre.

Gulê palasekê radixe, destarê wek nîv aşekî datîne ser û çar kîs dahn û savar datîne û hetanî sibê mele û Kurêş dahn û savar dihêrin.

Dest û pêçiyên mele ne elmadiyê karên zor in, di nav peq û xwîna sor de dimînin.

Û rihê wî di nav toza destar de dimîne.

Mele plana Kurêş û Gulê fêm dike, xetayê xwe jî fêm dike û ji wê rojê û şûnde, bi çavên xerab li kesî nanihêre.