Leşkerên tirk li sînorê Kobanê sewqiyetê dikin

Êrîşên çeteyên HTŞ û DAIŞê ku Tirkiye piştgiryê dide wan berdewam dikin. Piştî serê salê êrîşên li ser Rojava zêde kirin. Tirkiye piştî vekolînên leşkerî yên li sînorê Kobanê obus û tank li herêmê bi cih kirin.

1 deqe xwendin
Leşkerên tirk li sînorê Kobanê sewqiyetê dikin

Dewleta Tirk li sînorê Kobanê leşkeran bi cih dike. Di nava rojê de jî komên HTŞ û DAIŞê ku Tirkiye piştgiriyê dide wan êrîşî gundên Kobanê kiribûn. Niha jî leşkerên artêşa Tirkiyeyê li ser sînorê Kobanê sewqiyetê dike. Piştî vekolînên leşkerî ku di saetên siharê de li xeta sînor a Pirsûs-Kobanê hatin kirin, obus û tank li herêmê hatin bicihkirin. Her wiha hate hînbûn ku yekîneyên teqwiye ji qereqolên li sînor re hatine şandin.