Leşkerên tirk li sînorê Kobanê xendekan dikolin
Leşkerên tirk 9 roj in li ser sînorê Murşîtpinarê yê Kobanê xendekan dikolin.

Komên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê tevî agirbest û peymanên hatine çêkirin jî dorpêça li ser Kobanê didomînin. Ji 29ê çileyê ve li her du aliyên deriyê sînor ê Murşîtpinarê, li nêzîkî dîwarê sînor di bin çavdêriya leşkeran de xendek tên kolandin. Di bin çavdêriya leşkeran de, li kêleka dîwarê sînor xendekan dikolin û axa ji van xendekan tê derxistin gir tên çêkirin. Her çend ji ber barana zêde du rojan hatibû sekinandin jî, îro kolandin ji nû ve dest pê kir.
Avakirina herî kêm pênc xalên kontrolê yên leşkerî ji Pirsûsê heta deriyê sînor ê Murşîtpinarê rê li ber çûn û hatina gundiyan digire. Li van xalên kontrolê yên leşkerî, nasnameyên gundiyan tên kontrolkirin.


