Leyla Guven: Em bibin pêşengên jiyaneke nû
1emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê bi dirûşma “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk ava dikin” tê...

1emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê bi dirûşma “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk ava dikin” tê lidarxistin, didome.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, ji konferansê re peyamek şand. Peyama Leyla Guvenê ji hêla aktîvîsta TJAyê Mizgîn Irgat ve hate xwendin.
Peyama Leyla Guvenê wiha ye:
“Jinên parlamenterên Kurd u tevahiya beşdarvanên konferansê bi rêzdarî û bi dil û can silav dikim…
Siyaset, polîtîka, parlamento, rêveberî, îdarekar, parlamenter, şaredar, parêzger, qeymeqam, midûr, rêveber, perwerdekar, zanyar, karsaz, sermiyanê malbatê, serok eşîr, axa, paşa, qral…
Ji desthiladariya mêran heta temsîliyeta wekhev, jinan tu carî dest ji çanda xwedawenda dayik bernedaye.. Jin; jiyanê diafirîne û wi civakî hêsan dike. Lê belê hişmendiya mêran, ji bo ku jinan ji mekanîzmayên biryargirtinê dûr bixe, her cure rêbazbi kar anîne. Hemû teoriyên xwe yên komployê jî wekî ku ‘her kes ji halê xwe razî ye’ pêk anîne. Bi vî rengî têgihîştina rêveberiya demokratîk a kolektîf bi awayekî kronolojîk ji holê hate rakirin. Li şûna wê jî rejîmên dîkta yên yek zilam, rêveberên bê reng û be ruh hatin bicihkirin. Jinan li her dere cîhanê li dijî vê yekê li ber xwe dan. Ji jinên berxwedêr re gotin pîrhebok û ew di distan de şewitandin û ew şandin ber giyotînê û her cure êş bi wan dan kişandin û ew kuştin. Armanc ew bû ku jinan bitirsînin, biqutifînin û wan di nav malê de bihêlin. Di vê mijarê de mixabin heta radeyeke ji serkeftî bûn. Cîhana ku hişmendiya mêran bi rê ve dibe, êdî bûye gerestêrkeke wisa ku mirov nikare li ser bijî. Ji bo ku careke din mirov bikare li ser cîhanê bijî, hemû civak li pey awayekî din ê rêvebirinê ye
Meclis bi rengekî nû xemilî
Bêguman herî zêde jin ji van rêveberiyên heyî yên despotîk, neteweperest û zayendperest dikişînin. Demeke dirêj e jin li şûna ku gazincan bikin, bi awayekî çalak beşdarî hemû saziyên qada giştî dibin û dixwazin wê hişmendiya rêvebirinê ya demokratîk pêk bînin ku civak li hêviya wê ye. Lê belê ev yek qet hêsan çênabe. Zemîna parlamentoyê tenê yek ji wan zemînan e. Her çend Tirkiyeyê dilê xwe bijandibe welatên rojavayî û di gava ewil de 18 jin wek parlementer hilbijartibin jî, ev rewş pêşve neçûye û her ku çûye paşve çûye. Ev ‘siyaseta vîtrînê’ ya ku nêzîkî sed salî ye berdewam dike, bi biryara Tevgera Siyasî ya Kurd ya temsîliyeta wekhev guherî. Meclisa Tirkiyeyê cara ewil bi coş, cesaret û rengên Leyla Zanayê bi nasnameya jinan re hevnas bû. Pergala desthilatdar jinên Kurd di şexsê Sakîne Cansizê de ya ku di îşkenceyan de li ber xwe da, di şexsê Bêrîvanên xoşewîst de yên ku pêşengiya serhildanan kirin, di şexsê Zîlan, Sema, Bêrîtan û Arînan de yên ku bi ser her cure îxanetê de çûn, nas kirin û di meclisê de jî bi meşa biryardar a hevala Leyla û gotinên wê yên werekî jinên Kurd nas kirin.
Ev kevneşopî bi demê re qet kêmnebû û her ku çu zêdetir bû û berdewam bû. Berî her tiştî ew dîmenê parlamentoyan guherî ku tê de mêrên bi bedlên renggirtî, bi qrawat, zikmezin û bi simbêl hebûn. Her çend di sedsala bîst û yekem de, di 2025’an de hîna jî ne di wê asta pêwîst de be jî, rengînbûnek heye. Eger bi hejmareke ev qas kêm hewaya meclisê guherîbe, gava ku temsîliyeta wekhev pêk were, wê demê dê çi bibe, texmînkirina wê yekê qet ne zehmet e. Jinên Kurd bi saya îdeolojiya rizgariya jinan bi awayekî pozîtîf tevkariyê li wan hemû civakan dikin ku bi wan re dijîn. Ew perwerde û xebatên hişyarbûn, temsîliyeta wekhev, zayenda civakî ku bi tevgerên femînîst re bi awayekî hevpar tên meşandin, bi awayekî pozîtîf bandor li qada siyasî kiriye. Em bi dilekî rehet dikarin bibêjin ku îro di erdnîgariya me de şoreşeke jinan li dar ketiye. Em serbilind in ku em yekemîn partî ne ku me di parlamentoya Komara Tirkiyeyê de temsîliyeta wekhev pêk aniye, serokwekîla yekem hilbijartiye, serokwekîla meclisê hilbijartiye, serokkom hi


