LFI: Êrîşên li ser Rojava ya Îlham dide bi milyonan nayê qebûlkirin

La Franca Insoumise (LFI) li Meclisa Navneteweyî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava şermezarkirin û got: “Hewldidin modela ku Îlhamê dide bi milyonan kesan hilweşên. Wê encamên navneteweyî hebin; Divê Fransa demildest bikeve nava liv û tevgerê.

1 deqe xwendin
LFI: Êrîşên li ser Rojava ya Îlham dide bi milyonan nayê qebûlkirin

Bertekên navneteweyî yên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve ku ji hêla dewleta tirkiyeyê ve têne piştgirî kirin, berdewam dikin. Parlamenterên La France Insoumise (LFI) li Meclîsa Neteweyî ya Fransayê civînek çapemeniyê li dar xistin. Seroka komê Mathilde Panot, serokê Koma Lêkolînên kurdî Thomas Portes û gelek parlamenterên din beşdarî civîna çapemeniyê bûn. 

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser êrîşên li ser Rojava û bang li civaka navneteweyî kirin ku bikevin nava liv û tevgerê û gotin: "Em daxwaz dikin ku hikûmeta Fransayê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bicivîne û agirbestek daîmî îlan bike da ku ewlehiya Kurdan misoger bike û mafên wan di Destûra Bingehîn a nû ya Sûriyeyê de misoger bike."