Li 3 bajaran Agirê Newrozê geş bû
Pîrozbahiyên Newrozê li Agirî, Qers û Semsûrê dest pê kir. Herikîna gel a qadên Newrozê didome. Pîrozbahiyê bi pêxistina agir dest pê kir.

Pîrozbahiyên Newrozê li Agirî, Qers û Semsûrê dest pê kir. Herîkan gel a qadên Newrozê didome. Pîrozbahiyê bi pêxistina agir dest pê kir.
Îdir
Li Îdirê, Rêxistina DEM Partiyê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşmeya "Azadî û Demokrasî" li dar dixe. Jin û ciwan bi cilên xwe yên neteweyî ber bi pîrozbahiya li qada Newrozê ve diherikin. Jinên ku cilên taybet ên herêma Îdirê li xwe kirin derketin ser dikê û pêşandana cilên kurdî kirin. Bi derketina jinan a ser dikê, dîmenên rengîn derketin holê. Piştî agirê Newrozê hat pêşistin, Parlamenterê DEMê yê Îdirê Yilmaz Hûn derket ser dikê û li ser girîngî û wateya Newrozê axaftin kir. Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Îbrahîm Akin dê axaftinan bikin. Newroz li ruxmê hewaya sar bi coşeke mezin didome.
Qers
Newroz, ku li Qersê bi slogana "Azadî û Demokrasî" tê pîrozkirin, bi coşeke mezin dest pê kir. Tevî barana zêde bi sedan kes li qada Îstasyonê beşdarî pîrozbahiyên Cejna Newrozê bûn. Gel di bin baranê de govendê digerîne û Newrozê bi coşeke mezin pîroz dike.
Semsûr
Li Semsûrê jî pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Welatiyên hatin qada Nwrozê, bi dirûşmên “Bijî Newroz" û "Jin, jiyan, azadî" derbasî qadê bûn. Bi sedan welatiyên ciwan, jin, kal û pîr ên cilûbergên kurdî li xwe kirin beşdarî pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê bi rengên kesk, sor û zer xemiliye. Tê payin ku Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û wekîl Celal Firat di pîrozbahiyê de biaxivin. Piştre jî dê hunermend Suavî, Berfîn Işik û Mem Sîdar derkevin ser dikê.


