Li 3 bajarên Bakur çalakî

Rêxistinên DEM Partî, DBP û Platforma Saziyên Demokratîk li Colemêrg û Sêrtê ji bo piştgiriyê bidin Rojava çalakiyê girseyî darxistin. Li Amedê jî bi heman armancê nobet di roja duyemîn de berdewam kirin

1 deqe xwendin
Li 3 bajarên Bakur çalakî

Çalakiyên ji bo piştevaniya gelê Rojava û şermezarkirina êrîşên HTŞê yên li ser gel berdewam dikin. Îro jî li Amed, Colemêrg û Sêrtê çalakî hatin lidarxistin. Endam û rêveberên saziyan ku beşdarî çalakyan bûn êrîşên HTŞê şermezar kirin.  

Colemêrg 

Platfomra Saziyên Demokratîk a Colemêrgê û rêxistina DEM Partiyê ya Şemzînanê li navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê ji bo piştgiriya Rojava daxuyaniyek dan. Girseyê di daxuyaniyê de pankarta “Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye” û “Rojava rûmeta me ye” vekirin. Parlementerê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez û hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Behçet Kanat û gelek welatî tev li daxuyaniyê dan. Hevserokê DEM Partiyê yê Şemzînan Agît Tekîn metna daxuyaniyê xwend û bang li gelê Rûbarokê û Şemzînanê kir ku yekîtî, hevgirtin û hevkariyê ya ji bo Rojava nîşan bidin. Agît Tekîn destnîşan kir ku binpêkirinên mafên mirovan û komkujî îro li Rojava û sûcên li dijî mirovahiyê yên ku têne kirin, nayên paşguhkirin ev tişt got: “Ev sûcên nemirovane di tu olê de cih nagirin. Di bin navê olê de, hewl tê dayîn ku ola Îslamê li Rojhilata Navîn were reşkirin û zirarê bidinê. Di vê çarçoveyê de, neçar e ku hemî alimên me yên olî li dijî vê yekê derkevin û helwestek rast bigirin, ji ber ku seydayên me mîratgirên wan in ku Îslamê bi aliyên wê yên çêtirîn ji gel re rave bikin û wan di rêya rast de rêber bikin.”

‘Ji bo yekitiya neteweyî tevbigerin’

Agît Tekîn bal kişand ser helwesta gelê Kurd a yekitiya neteweyî û diyar kir ku peyamên hevgirtinê û înîsiyatîfên gel, bi yekîtî û hevgirtinê bi hemû partîyên siyasî û eşîrên Kurd re yên ji bo gelê Rojava ji bo yekîtîya neteweyî pir bi qîmet in. Agît Tekîn da zanîn ku divê Kurd îro feodalîzmê, eşîretiyê, û herêmîbûnê û zirara ji van gotaran derdikeve, bidin aliyekî û bi ruhê yekîtîya neteweyî, ku ji hemûyan mezintir e, tevbigerin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Careke din radigihînin ku em ê têkoşîna xwe bidomînin heya ku em mafên xwe yên jiyaneke mirovî bi dest bixin. Rojava xeta me ya sor e û em ê Rojava tenê nehêlin.”

Sêrt

Endam û rêveberên DEM Partiyê û DBPê yên navçeya Dihê ya Sêrtê li pêş avahiyên xwe yên ku li hemam cihî ne kom bûn û çalakî pêk anîn.

Girseya ku li pêş avahiyên xwe kom bûn, li dijî êrişên li ser rojavayê Kurdistanê heta qada cumhuriyetê meşiyan. Piştî meşê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, nûnerên rêxistinên DEM Partiyê û DBPê, TJA, Hevşaredarên DEM Partiyê yên Sêrtê û gelek endamên saziyên civaka sivîl, gelek kes tev li çalakiyê bûn. Girseyê di meşê de  diruşmeyên "Bijî berxwedana Rojava ", "Yek e yek e yek e Kurdistan yek e", "Kurdistan Kürdistan gora faşîstan", "Bijî berxwedana QSDê" û "Bijî berxwedana YPGê" berz kirin. Dîsa di meşê de pankar hilgirtin. Hevserokê  DEM Partiyê yê navçeya Dihê Mahfûz Atabay li vir daxuyanî xwend û êrîş şermezar kir. 

‘Îradeya wan tên binpêkirin’

Mahfûz Atabay di daxuyaniyê de êrîşên li ser Rojava yên ku ji aliyê HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan rexne kir û got: "Tevî ragihandina dirêjkirina agirbestê ya ji bo 15 rojan dîsa êrişî gundên Kobanî dikin. Lê mixabin agirbest careke din jî ji aliyê hikûmeta Demkî ya Şamê ve hat binpêkirin. Îro li her herêmeke Rojava gel xwe li dijî van êrîşan diparêze. Ji ber tiştên ku li Rojava têne hedefgirtin ne tenê bajarek an herêmek e, hemû nirxên gelê Kurd ên ku bi zehmetî bi dest xistiye, îradeya wan tên binpêkirin.”

‘Em ê teqez bi ser bikevin’

Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî axivî û got: "Bi salan e di dîroka Kurdistanê de dixwazin me tune bikin. Îro jî heman kiryar li rojavayê Kurdistanê tenê kirin.  Lê dîsa jî gelê Kurd li çar aliyê cîhanê û Kurdistanê bi yek dengî divê yek e yek e yek e gelê Kurd hemû yek e. Li hemberî hişmendiya we ya qirêj dîsa em li qada ne û li heqîqetê digerin. Heta ku em dikaribin em ê li her derê li dijî hişmendiya wan a qirêj têbikoşin. Em ê teqez bi ser bikevin."

Amed 

HTŞ û DAÎŞa ku Tirkiye piştgiriyê dide wan êrîşên xwe yên li ser Rojava ji 06ê Çileyê ve berdewam dike. Çeteyên HTŞê di rojên dawî de êrîşên li ser Rojava zêde kirine. HTŞ bi taybetî li Kobanê û Hesekê êrîşî gundan dike û sivîlan dikuje. Bertek û nerazibûnên li dijî van êrîşan jî zêde dibe. 

 Li Amedê jî li dijî êrîşên li ser Rova bi pêşentiya Platforma Saziyên Demokratîk li Qada Şêx Seîd a girêdayî navçeya Bajarê Nû ya Amedê çalakiya nobetê di roja duyemîn de didome. Îro endam û rêveberên MED TUHAD-FED û Rêxistina navçeya Surê a DEM Partiyê ya Amedê tev li nobetê bûn. Di çalakiyê de nûnerên partiyên siyasî, hevşaredarên navçeyên Amedê, endamên saziya MEBYA-DER, MED TUHAD-FEDê û gelek kes amade bûn. Beşdarên çalakiyê bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, "Şehîd namirin”,”Silav silav Rojava re hezar silav”, “Bijî berxwedana Kobanê” berzkirin.