Li 9 bajarên Ewropa bi sed hezaran Kurdistanî ji bo Rojava meşiyan

Li 9 bajarên welatên Ewropayê bi sed hezarna welatî daketin qadan û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Kurdistaniyan bi dirûşm, pankart û alên YPJ û YPGê piştgirî dan gelê Rojava.

1 deqe xwendin
Li 9 bajarên Ewropa bi sed hezaran Kurdistanî ji bo Rojava meşiyan

Bi se hezaran Kurdistanî li bajarên Lorîent, Draguignan, Nice, Koln, Hamburg, Stuttgart, Hannover, Barcelona û Llediya kom bûn û meşên girseyî li dar xistin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e”, “Bijî Berxwedan Rojava” berz kirin.

Lorîent

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Lorinet ê Fransayê, bi armanca protestokirina êrişên li ser Rojava li Qada Place de l’Église Kerentrechê li hev kom bûn. Navenda Çanda Elewî ya Morbihan, endamên BIR-KAR û alîgir tevî dirûşmeyan heta Qada Place Aristide Briand meşiyan.

Parlementerê Ekolojîst ê Meclisa Neteweyî ya Fransayê Damien Girard jî tevlî çalakiyê bû û êrişên li ser Rojava û komkujiyên li ser sivîlan wekî binpêkirina hiqûqa navneteweyî bi nav kir. Her wiha helwesta hikûmeta Fransayê rexne kir. Girard diyar kir ku ew ê hem li Meclisa Neteweyî hem jî xwecihî bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de be.

Di axaftinên li ser navê civaka Kurd de îşaret bi krîza mirovî ya li Rojava hate kirin. Beşdaran hêzên ku piştgirî didin çeteyên DAIŞ’ê rexne kirin û banga berpirsyariyê li Yekîtiya Ewropayê û hikûmeta Fransayê kirin. Di axaftinan de wiha hate gotin, “Kesên ku îro bêdeng dimînin, wê sibê bibin hevkarê vê sûcê. Li Rojava 5 zarok ji ber sarma û birçîbûnê mirin. Ne bi bombe, ne bi gule… Ji ber bêdengiyê jiyana xwe ji dest dan.”

Di dawiya çalakiyê de hate destnîşankirin ku piştevaniya bi Rojava re dewam bike.

Draguignan 

Li bajarê Draguignan ê Fransayê jî çalakiya kona berxwedanê ku bi armanca piştevaniya bi Rojava re li pêşiya Walîtiyê hat destpêkirin, di roja duyemîn de dewam dike. Nobeta konê îro ji aliyê ciwanan ve hate dewrgirtin. Ciwanan di daxuyaniya xwe de berxwedana Rojava silav kirin.

Ciwanan destnîşankirin ku berxwedana Rojava, berxwedana rûmetê ya gelê Kurd e.

Tê payîn ku çalakî di rojên pêş de bi tevlîbûna komên cuda dewam bike.

Nice 

Li bajarê Nice yê Fransayê, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan bi armanca piştevaniya Rojava meşiyan. Meşa ku li pêşiya rawestgeha Nice destpê kir, li Qada Massena bi dawî bû. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê û şoreşê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.

Beşdaran di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Bijî YPG”, “Bijî YPJ”, “Kujer Erdogan” û “Kujer Colanî” berzkirin. Her wiha danezanên bi Fransî hatin belavkirin û şoreşa Rojava û berxwedana xweparastinê ya gelê Kurd hate vegotin.

Zelal Yilmaz ku li ser navê tevgera jinan axivî, berxwedana li Rojava ya di pêşengtiya jinan de silav kir û wiha got, “Têkoşîna jinên Kurd ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû jinên cîhanê meşaleya azadiyê ye."

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû û hate ragihandin ku çalakiyên piştevaniyê li bajarên din ên Fransayê jî dewam bikin.

Koln 

Kurdên ku li bajarê Koln ê Almanyayê, 10 roj in li dijî êrişên li ser Kobanê û Rojava li kolanan in. Li bajêr her roj meş û mitîng tên lidarxistin. Îro jî bi sedan Kurdistanî bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê, li pêşiya Dom Katerdalî li hev civiyan.

Girseyê di tevahiya meşê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Gelê Kurd Yek e”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan Yek Welat e” û “Şehîd Namirin” berzkirin.

Beşdarna alên YPG û YPJ’ê û pankartên ku dorpêça Kobanê û êrîş û komkujiyên li ser sivîlan nîşan dide hatin hilgirtin.

Di dema axaftinê de gelek caran dirûşmeyên, “Kobanê bê av e” û “Bimre Koletî, Bijî Azadî” hatin berzkirin. Piştî mitîngê, ji Dom Katedralî heta Neumarktê ku yek jî xalên herî qelebalix ê bajêre, meşiyan.

Hamburg 

Li Hamburgê bi pêşengiya Meclisa Gel a Kurd a Demokratîk a Hamburgê (DKHM) jî meşekî girseyî hate lidarxistin. Bi deh hezaran kes tevlî meşê bûn û peyama, “Rojava Vietnam e, Rojava Kurdistan e” derket pêş.

Meş ji St. Pauli U-Bahnê dest pê kir û heta Fischmarkt a Altonayê dewam kir. Meclisa Jinan a Rojbîn, TCŞ, enternasyonalîstên Elman, rêxistinên ciwanên sosyalîst, rêxistinên jinan û gelek Kurdistanî tevlî meşê bûn û pankartên bi zimanê Almanî, Kurdî û Tirkî hatin hilgirtin.

Di meşê de pankartên bi nivîsên “Turkischen Angriffskrieg und Dschihadisten stoppen! Verteidigt Rojava und die Frauenrevolution!”, “Stoppt die Angriffe auf Rojava und Rojhilat – Solidaritat mit den Protesten im Iran!”, “Wir sind bereit, uns denen entgegenzustellen, die uns unsere Freiheit nehmen wollen!”, “Serkeftin Peoples Caravan – Bijî Kobanê” hatin vekirin.

Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Terorîst Colanî, Terorîst Erdogan”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Alle zusammen gegen den Faschismus”, “Bijî berxwedana YPG-YPJ” hatin berzkirin û sirûdên berxwedanê hatin gotin.

Nûnera YJK-E’yê Hediye Bakrak ku di çalakiyê de axivî, diyar kir ku li Rojava ruhê berxwedanê şênber bûye û wiha got, “Rojava îro Vîetnam e. Hêzên navneteweyî çawa ku li Vietnamê têk çûn, li Rojavayê jî hêzên ku xiyanetê li gelê me kirin, HTŞ û terorîzma Tirk têk biçin. Em ê teslîmiyetê qebûl nekin. Heta ku Rojava neyê naskirin wê berxwedan neraweste. Rojava Kurdistan e. Berxwedana jinan wê neraweste. Em bang li her kesî dikin ku xwedî li vê berxwedanê derkevin. Divê Ewropa vê berxwedanê bilind bike.”

Çalakî bi dirûşme û sirûdan bi dawî bû.

Stuttgart 

Li bajarê Stuttgart ê Almanyayê êrişên li dijî Şoreşa Rojava bi tevlîbûna nêzî 10 hezar kesan meşekî girseyî hate lidarxistin. Meş bi banga Fed Kurd û NAV-DEM’ê hate lidarxistin û ADGB’ê jî piştgirî da. Beşdarvanên ji çar parçeyên Kurdistanê eleqeyekî mezin dan çalakiyê.

Di tevahiya meşa ku li navenda bajêr pêk hat de, gelek caran dirûşmeyên “Yekîtiya gelan – Yekîtiya Kürdistan”, “Yek e, yek e, yek e, Kurdistan yek e”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Gelek jin tevlî meşê bûn û bi kezikirina porên xwe di kortejan de pêşengiyê kirin. Her wiha bal kişandin ser karekterê azadîxwaz a jinan a di Şoreşa Rojava de.

Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin, bûye hedefa hêzên emperyalîst û rejîmên paşverû yên herêmî. Her wiha hate diyarkirin ku parastina Rojava tê wateya parastina nirxên hevpar a mirovahiyê.

Meş, piştî banga piştevaniya navneteweyî ya rojava û banga bilindkirina têkoşînê li her qadê bi dawî bû.

Hannover 

Li Hannoverê bi pêşengiya FED-DEM û Meclisa Jinan a Ronahî Bêrîvan li dijî êrişên li ser Rojava çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Di çalakiyê de li ser navê FED-DEM’ê Latîf Karakaş axivî û destnîşan kir ku Şoreşa Rojava têkoşîna hevpar a gelan e û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku bêdeng nemînin.

Barcelona 

Li Barcelona ya Spanyayê ji aliyê saziya Kurdên Barcelona Berfin, komîteyên enternasiyonalistan yên Defend Rojava û Women Defend Rojava ve meşek hate lidarxistin. Nêzî hezar kes tevlî meşê bûn.

Di destpêkê meşê ve ji hêla jinan ve bi dirûşmeya “Em piştgiriya bi Kurdistanê re dihunînin” çalakiyek ya kezî honandinê pêk hat.

Meş li ber Konsolosxaneya Tirk ya li bajer sekinî û stranek dîrokî ya di wexta şerê Espanya ya li hemberî diktatoriya Franco bi gotina nûjen kirî li gorî rewşa a niha ya li Rojava pêk tê bi girseyî hat gotin. Di stranê de dihat diyar kirin ku "taxên Kobanê bi tenê nînin.” Di heman demê de li ber Konsolosxaneyê daxuyaniyek derbarê rola dewleta Tirk ya di van erîşan de hat xwendin û şermezar kirin.

Meş bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Rojava", "Kurdistan bi tenê nîne" û "Herbijî têkoşina gelê Kurd" bi zimanê Katalanî li navenda bajar berdewam kir. Meş li ber avahiya hikumeta Katalonya ya ku 2021ê an de Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriye bi fermî nas kir, bi dawî bû. Berî bi dawî bibe daxuyaniyek hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "parastina Rojava parastina heviyê ye, parastina Rojava parastina me hemûyan ye, emê carek, deh caran, sed caran, hezar caran ji bo parastina Rojava derkevin kolanan."

Llediya 

Li bajarê Lleida ya Katalonya jî bi pêşengtiya koma piştgiriya Kurdistanê li ber hikumeta eyaletê bi dehan dostên kurdan kom bûn. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Kurdistan bi tenê nîne" û "Ji Kobanê ber bi cihanê ve berxwedan jiyane" hatin hilgirtin û peyama piştevaniyê ji bo Rojava hate dayîn.

Li bajarê Enschede yê Hollandayê bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Arnhem û Komuna Gel a Enschedeyê cara ewil protestoya bi rojeva Rojava hate lidarxistin. Zêdeyî 3 hezar kes tevlî xwepêşandanê bûn. Çalakî b deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre têkildarî geşedanên heyî, axaftinên bi Hollandî hatin kirin.

Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Free Free Rojava”, “Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin. Girseyê êrîşên li ser Rojava protesto kir û destnîşan kir ku divê raya giştî ya navneteweyî li dijî komkujiyan bêdeng nemîne.

Li Groningehê ya Hollandayê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Arnhem û Komuna Gel a Groningehê, di çarçoveya çalakiyên ku 5 rojan dewam bikin de, meşekî girseyî hate lidarxistin. Bi sedan kes tevlî meşê bûn.

Girseyê piştî deqîqeyek rêzgirtinê dest bi meşê kir û dirûşmeyên, Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Şehîd namirin”, “Kujer Colanî”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” berzkirin.

Di axaftina li ser navê PYD’ê de hate diyarkirin ku xwedîderketina li Rojava ji bo tevahiya gelê Kurd û mirovahiyê berpirsyariyeke hevpar e. Her wiha ji bo şikandina dorpêç û ambargoya li ser Kobanê banga hestiyariyê li raya giştî ya navneteweyî hate kirin.

Bi hezaran kes tevlî protestoya ku bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Den Haagê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeyên, “Free Free Kurdistan”, “Stop Genocide in Rojava”, “Wij Koerden vechten voor mensenrechten”, “Kujer Colanî, ji Kurdistanê bicehime”, “YE fînanse dike, Colanî bombe dike”, “Bijî yekîtiya gelê Kurd” hatin berzkirin. 

Girseya ku xwest ber bi Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ve bimeşe, bi hinceta kêmbûna polîsan hate astengkirin. Çalakvan bertek nîşanî vê dan û piştî ku demek dirûşme berzkirin dawî li çalakiya xwe anîn.