Ukraynayê cenazeyên 528 leşkeran wergirtin
Ukraynayê cenazeyên 528 leşekerên xwe yên di şerê li dijî Rûsyayê de hatine kuştin, wergirtin.

Navenda Kar û Barên Dîlgirtiyên Şer a Ukraynayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê cenazeyên 528 leşkerên xwe yên di şerê li dijî Rûsyayê de hatine kuştin, wergirtin.
Navendê daxuyand ku ekîbên lêkolîn û pisporan dê ji bo diyarkirina nasnameyên kuştiyan bixebitin.
Serokê DYAyê Donald Trump hefteya borî ragihandibû ku agirbesteke 3 rojan di navbera Rûsya û Ukraynayê de çêbûye da ku hezar dîlgirtî werin berdan.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky piştrast kir ku pevguhertina girtiyan wek “qonaxa yekem a lihevkirinên ku vê dawiyê hatine ragihandin” şîrove kir.


