Li Agiriyê ji erdhej û lehî

Li navçeyên Dûtax û Panos ên Agiriyê piştî lehiya di encama barana zêde de rabû, erdhej çê bû. Di heman deme de ji ber barana gur malên gelek welatiyan di bin avê de man û xisara madî derket holê.

1 deqe xwendin
Li Agiriyê ji erdhej û lehî

Li Agiriyê di heman rojê de du karesatên xwezayî li pey hev rû dan. Li herêmê di encama barana zêde de lehî rabû û bi ser de jî erdhej pêk hat. Karesatan bi taybetî bandoreke neyînî li jiyana welatiyên navçeyên Dûtax û Panosê kir.

Li Dûtax û Panosê lehî rabû

Li gundê Şemê yê navçeya Dûtaxê ji ber lehiyê gelek malên welatiyan di bin avê de man û zirareke mezin a madî çêbû. Her wiha li gundê Koru yê navçeya Panosê jî ji ber barîna zêde ya baranê çem û rûbar hilçûn û rê li ber rabûna lehiyê vekirin.

Gelek malan zirar dît

Di encama erdhejê de malên gelek welatiyan zirar dîtin. Bi taybetî li gundên Zîncîrqelê, Kuçuk û Adîlovayê bandora erdheje çê bû. Ji ber erdhejê malên hind welatiyan zirar dîtin û ev yek di nav şêniyên gundan de bû sedema metirsiyan.

Xebatên tespîtkirina zirarê didomin

Di encama her du karesatan de tu windahiyên canî nehatin tomarkirin. Hate ragihandin ku ji bo tespîtkirina xisarên li gundan xebatên tespîtê hatine destpêkirin û tê payîn ku ji bo pêşîgirtina li metirsiyên nû tedbîr werin girtin.