Li Amed, Êlih û Stenbol agirê Newroz geş kirin

Rêxistinên DEM Partî, DBP û saziyên civakî li 5 navçeyên Stenbolê û li taxên Êlih û Amedê bi girseyî Newroz pîroz kirin.

1 deqe xwendin
Li Amed, Êlih û Stenbol agirê Newroz geş kirin

Rêxistina DEM Partiyê û DBPê li gel saziyên civakî li gelek tax û navçeyên Stenbol, Êlih û Amedê agirê Newrozê pêxistin û li dora agir govend gerandin. 

Stenbol 

Gel îsal Newroza bi dirûşma “Newroza azadî û yekîtiya demokratîk” pîroz dike. Ji 11ê Adarê heta niha her şev li gund, tax, navçe û bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Newroz tê pîrozkirin. Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê jî li navçeyên Bayrampaşa Parka Fatîhê, Kadikoy, Bahçelîevller Taxa Zafer Cihê Pazarê, Umraniye û Başakşehîrê Newrozê pîroz kir.

Gel li navçeyan bi girseyî agirê Newrozê pêxist û li dora agir govend gerandin. Girseyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” berz kirin. Pîrozbahiyên navçeyan bi gerandina govendan bi dawî bû.

Êlih 

Bi pêşengiya rêxistinên DEM Partî û DBPê yên Êlihê li taxên Yeşîltepe û Kulturê bi boneya hatina Newrozê pîrozbahî hat lidarxistin. Di pîrozbahiya Newrozê de endam û rêveberên her du partiyan, TJA, Dayîkên Aştiyê û gelek welatiyên taxê beşdarî şahiya Newrozê bûn. Di pîrozbahiyê de bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Girseya ku li her du qadan kom bûn li ber agirê Newrozê govend gerandin û bi tilîliyan bi dawî bû.

Amed 

Li taxa Firatê ya navçeya Peyasê ya Amedê Newroz bicoş hat pîrozkirin. Gelek welatî, saziyên sivil û rêveberên DEM Partiyê tevlî pîrozbahiyê bûn. Girseyê bi berzkirina dirûmeyên ” Newroz pîroz be” û “Bijî Serok Apo” agirê Newrozê pêxistin. Pîrozbahiya Newrozê heta derengiya şevê bi gerandina govendê berdewam kir.