Xerîb Hiso di axaftina vekirinê de êrîşên rêjîmê û DAIŞê li Sûriyeyê bi bîr xist û diyar kir ku di nava HTŞê de gelek 'avaniyên çete' hene ku li Sûriyê xistine bin kontrola xwe û Tirkiye jî destek daye van koman. Hiso destnîşan kir ku armanca sereke ya van koman têkbirina avaniya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye
Konferans wê tevahiya rojê dewam bike. Di rûniştina yekemîn de wê rewşa heyî ya kurdên li Sûriyeyê; Zekîa Aqra wê moderatoriya rûniştinê bike. JiZanîngeha Peloponnesê Profesor Sotiris Roussos, ji Zanîngeha Neteweyî û Kapodistrian a Atînayê alîkar profesor Antonîs Derîzîotîs û akademîsyen Katîa Zagorîtoû wê di vê rûniştinê de biaxivin.
Saet di 12:00 de wê Wezîrê Karên Derve yê berê yê Yewnanistanê Nîkos Kotzîas axaftinekê bike. Di rûniştina duyemîn de dê pêşandan li ser bandora herêmî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin kirin. Di rûniştina bi moderatoriya Ioannis Albanis de, ji Zanîngeha Hewlerê rojnameger Stavros Lygeros, Petros Papakonstantinou, ji Zanîngeha Hewlerê doçent Thomas Schmîdînger û ji Zanîngeha George Washîngtonê profesor Amy Austin Holmes wê bibin axaftvan.
Piştre jî Hevseroka Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xiyal Ehmed dê axaftinekê bike.
Di rûniştina dawî de wê hêzên herêmî û pirsgirêka kurd bên nîqaşkirin. Di rûniştina bi moderatoriya Sotiris Roussos de wê Profesor Konstantinos Filis, Hîndekarê Zanîngeha Lefkoşa Stavros Drakoularakos û ji Zanîngeha Leîpzîgê akademîsyen Kemal Çomanî biaxivin.
Hevseroka Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a PYDê Sema Begdaş jî dê axaftina girtinê bike.