Li Ayvalikê cenazeyê jinekê hate dîtin

Li navçeya Ayvalikê cenazeyê jinekê li qeraxa behrê hate dîtin.

1 deqe xwendin
Li Ayvalikê cenazeyê jinekê hate dîtin

Li Plaja Sarimsakli ya navçeya Ayvalik a Balikesîrê cenazeyê jinekê hate dîtin. Piştî agahdarkirinê, komên cendirme û tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. 

 Piştî mudaxileya ewil a koman, cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Ayvalikê. 

 Di nirxandina ewil a têkildarî bûyerê de hate gotin ku cenaze, aydê jineke penaber a dixwest derbasî Girava Mîdîlliyê bibe ye. Lêkolîna ji bo tespîtkirina nasnameyê û sedema teqez a mirinê didome.