Li Bedlîsê 25 kes hatin binçavkirin

Li navçeyên Tetwan û Xelatê yên Bedlîsê di serdegirtinên malan de 25 kes hatin binçavkirin. Li navçeyên Tetwan û Xelatê yên Bedlîsê serê sibehê serdegirtin li gelek malan hat kirin.

1 deqe xwendin
Li Bedlîsê 25 kes hatin binçavkirin

Hat ragihandin ku di serdegirtinan de ku bi îdîaya ‘propagandaya rêxistinê’ hat kirin 25 kes hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan 25 kes bi hinceta ku beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûne hatine binçavkirin.

Herwiha hat gotin, di dema serdegirtinê de polîsan îşkence li welatiyan kiriye.