Li Bismilê jineke ciwan kuştî hate dîtin

Li navçeya Bismilê Amîne Duman a 15 salî, li mala xwe bi awayê bi gûman kuştî hate dîtin

1 deqe xwendin
Li Bismilê jineke ciwan kuştî hate dîtin

Li navçeya Bismil a Amedê Amîne Duman a 15 salî li mala xwe bi çekê kuştî hate dîtin. Cîranên wan ên ku dengê çekê bihîstin agahî dan polîs û tendirustvanan. Tendirustvanên ku hatin cihê bûyerê  piştî lêkolîna ku kirin, diyar kirin ku Amîne dûman bi çekê hatiye kuştin.

Cenazeyê Amîne Duman ji bo otopsiyê rakirin Tipa Edlî. Piştî kar û barê li Tipa edlî, cenazeyê Amîne Duman radestî malbata wê kirin û hate definkirin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.