Li Bismilê şahiya Cejna Zimanê Kurdî
Şaredariya Bismilê, di çarçoveya çalakiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de, bi beşdariya hunermend Rojdayê konsereke bi heybet li dar xist. Bi hezaran kesên ku tev li konserê bûn hem bi Rojdayê re stran gotin hem jî têra dilê xwe govend gerandin.
Şaredariya Bismilê, bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî “Konsera Şahiya Biharê” organîze kir. Endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl di nav de bi deh hezaran welatiyan eleqeyeke zêde nîşanî konserê da û wekî lehiyekê herikîn Qada Newrozê ya li kêleka Otogara navçeyê. Li qada konserê, posterê endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ê ku sala borî di 3yê Gulana 2025an de ji ber nexweşiyekê jiyana xwe ji dest dabû, hat daliqandin.
Ekîn: Ziman roja vejîn û hebûna gelekî ye
Di bernameyê de Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn axaftineke kurt kir û destnîşan kir ku 15ê Gulanê ne tenê Cejna Zimanê Kurdî ye, di heman demê de roja vejîn û hebûna gelekî ye. Mizgîn Ekîn diyar kir ku divê her kes bikaribe bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne û binivîse û bal kişand ser vê yekê ku gelek tenê bi zimanê xwe dikare hebûna xwe biparêze.
Tanrikûlû: Kurd her tim xwedî li zimanê xwe derketine
Hevşaredar Guven Tanrikûlû jî anî ziman ku gelê kurd bi sedsalan e ji bo parastina zimanê xwe têkoşîneke mezin dide û got ku ji serdema Mîr Bedirxanan heta roja îro, Kurd her tim xwedî li ziman û çanda xwe derketine. Guven Tanrikûlû bang li her kesî kir ku xwedî li nasnameya xwe derkevin û Cejna Zimanê Kurdî li tevahiya gel pîroz kir.
Bi hezaran kes li ber stranên Rojdayê govend gerandin
Li qada ku ji bo nêzî 20 hezar kesî hatibû amadekirin, bi derketina hunermenda naskirî Rojdayê re qad tije bû. Di çalakiya ku dîmenên bêhempa derketin holê de, fîşekên hewayî jî hatin avêtin. Her wiha Rojdayê bi stranên xwe Sirri Sureya Onder û Rojîn Kabaîş a ku di 27ê Îlona 2024an de li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê winda bû û cenazeyê wê di 15ê Cotmeha 2024an de hate dîtin jî bi bîr anîn. Girseyê jî li gel stranan lambeyên telefonên xwe vekirin û li çepikan dan. Hunermend Rojdayê bi stranên xwe heta derengiya şevê bi hezaran welatî kêfxweş kir.
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.


