Li çar aliyan kurd li dijî komployê meşiyan

Bi sed hezaran kurd bi boneya komploya 15ê Sibatê şermezar bike, li gelek bajarên Kurdistanê û Ewropayê daketin qadan û çalakî  pêk anîn. Kurdan li qadan azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.

1 deqe xwendin
Li çar aliyan kurd li dijî komployê meşiyan

Bi sed hezaran kurd li gelek navendan daketin qadan û komploya 15ê Sibatê bi meş û çalakiyên cuda şermezar kirin. 

Qamişlo
Bi deh hezaran gelê bajarê Qamişloyê li dijî Komploya Navnetewî ya 15ê Sibatê meşiyan û bi yek dengî berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav kir. Gelê bajarê Qamişlo yê Cizîrê ji 7 salî heta 70ê salî, ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 15ê Sibatê daketin qadan. Kolanên Qamişloyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xemilîn. Gel li Çerxerêya Osman Sebrî kom bû û heta Çerxerêya Şehîdan a li naverasta bajarê meşiyan. 

Di meşê de parkarta “Êrişa 6ê Çileyê ya Li Ser Rojava, Plangeriya Duyemîn a 15ê Sibatê ye” hildan. Gel bi yek dengî û nîşaneyên serkeftinê dirûşmên “Bijî Berxwedana Îmralî”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Berxwedan Jiyan e” berz kirin.

Meş li Çerxerêya Şehîdan veguherî mitîngê.

Mitîngê bi kêliyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Li ser navê Înîsyatîfa Gel Hevseroka TEV-DEM’ê Remziya Mihemed axivî. Remziya Mihemed gelê Kurd û dostên gelê Kurd ên li ser pêyan silav kir û got: “27 sal derbas bûn, careke din komploya navneteweyî li ser gelê Kurd dubare dibe. Dîrokê xwe dubare kir. Lê divê em vê dîrokê biguherin. Em bikin dîroka azadiya Rêber Apo. Komploya ku armanca wê qutkirina gel û Rêber Apo bû, 27 sal derbas bû, lê rojane gelê Kurd, dostên gelê Kurd ji bo Rêber Apo li ser pêyan in. Girêdana di navbera gel û Rêber Apo de xurttir bû. Di Rojava de gelê Kurd û gelên din dikarîn xwe birêve bibin. Karîbûn xwe biparêzin, lê tehemûla netewdewlet ku destê wan di Komploya 15’ê Sibatê de hebû, dîsa komployek li ser gelê Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan meşandin. Çawa Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi fikrê Rêber Apo vala derket, çawa ciwanên Kurd li hemberî terora DAIŞ’ê axa parastin, çawa îro gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê ji bo azadiya Rêber Apo li ser pêyan in, em ê vê berxwedanê bidomînin. Em ê xeta azadiya gelan û aştiyê ya Rêber Apo daye pêşiya me biparêzin. Bijî yekitiya gelê Kurd.”

Mitîng bi nîşanên serkeftinê û sirûda “Çerxa Şoreşê” bi dawî bû, gel tevahî bi yek dengî sirûd xwend.

Hesekê 

Şêniyên Hesekê li çerxerêya Itfaiyê ya li taxa Til Hecer kom bûn. Şênyan pankarta bi nivîsa "Êrişa 6ê Çileyê ya li ser Rojava xiyaneta duyemîn a 15`ê Sibatê ye." Her wiha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û sembol û alên Kurdî bilind kirin.

Beşdaran dirûşmeyên "Gel azadiya Ocalan dixwaze", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana li Îmraliyê" qîr kirin.

Meş li çerxerêya Itfaiyê dest pê kir û ber bi stadyuma Bendava Tişrînê ve çû. Piştî deqeyek rêzgirtinê endama Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hediya Yûsif axivî û komploya navneteweyî û hêzên têkildar şermezar kir.

Hediya got, "Em silav û hezkirina xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re dişînin. Ev komploya navneteweyî li dijî felsefeya azadî, edalet û demokrasiyê û îradeya gel bû."

Hediya destnîşan kir ku "Aliyên ku beşdarî vê komployê bûne, biratiya di navbera gelan de an jî avakirina civakek azad û demokratîk naxwazin, ji ber vê yekê ew îro jî êrişên xwe yên li ser herêmê didomînin."

Hediya Yûsif diyar kir ku "felsefeya Rêber me hiştiye ku em jiyanek azad, bi rûmet û demokratîk bijîn, û bûye felsefeyek gerdûnî ku yekîtiya gelan û edaletê xurt dike. Rêber îro li Îmraliyê ji bo gelê xwe têdikoşe, û ew der kiriye akademiyek ji bo ramana demokratîk a azad."

Hediya Yûsiv di dawiyê de got ku pêşengiya jinan a vê şoreşê serkeftinek mezin e, û parastina destkeftiyên wê armancek bingehîn e.

Meş bi qîrîna dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava û daxwaza azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Êlih-Amed 

Bi boneya salvegera 27an a Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşma “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” li Êlih û Amedê meş hat lidarxistin. Gelek kesên bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyoluyê ya navçeya Rezanê hatin gel hev, bi çepik, tililî û dirûşman ber bi Qada Stasyonê ve dimeşin. 

 Li Êlihê jî girseya ku li ser Cadeya Gulistanê kom bû, bi pankarta “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” ber bi avahiya DEM Partiyê ya Êlihê ve dimeşe. 

Li Qada Topçu ya navçeya Halîliye ya Rihayê jî daxuyaniyeke girseyî hate dayin û gelek kes tev li bûn. 

 Nûnerên HDK, TJA û DEM Partiyê, bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê li Qada Aksarayê ya navçeya Fatîhê ya Stenbolê daxuyaniyê dan. 

Cizîr

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi heman armancê bi hezaran kes kom bûn û komplo şermezar kirin.