Li Cîhanê çalakiyên Rojava: Bijî berxwedana Kobanê TÊ NÛKIRIN
Bi boneya 1ê Sibatê Roja Piştgiriya bi Rojava re li Kurdistan, Tirkiyeyê û gelek welatên cîhanê meş, çalakî, mitîng tên lidarxstin. Kurd ji êrişên DAIŞê ya salên 2014 û 2015an bi berxwedaneke bêhempa xwe û Rojava rizgare kirin û ev berxwedan li cîhanê deng veda. Sazî, partiyên kurd bi boneya vê berxwedanê kom bûn û 1ê sibatê Roja Piştevaniya bi Rojavayê re îlan kirin. Bi munasebeta piştevaniya vê rojê û li dijî êrişên heyî yên li diijî Rojava tên meşandin li Kurdistan, Tirkiyeyê û gelek welatên cîhanê meş, çalakî, mitîng û daxuyanî ji bo piştgiriya Kobanê tên lidarxistin. ALMANYA Hannover Deh hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Hannoverê Almanyayê bo şermezarkirina êrişên çeteyan ên li ser Rojava û Roja Piştevaniyê ya bi Kobanê re, Opernplatzê dest bi meşê kirin û 6 kîlometreyan meşiyan. Meşvan dirûşmên ‘Bijî Rojava’, ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Defend Rojava’, ‘Bijî Kurdistan’, ‘Yek e Yek e Yek e Gelê Kurd Yek e’ ‘Bijî Yekitiya Gelê Kurd’ û ‘Bakur Başûr Roja Rojhilat Kurdistan yek welat” berz kirin û berxwedana Kobanê silav kirin.

Bi boneya 1ê sibatê Roja Piştgiriya bi Rojava re li Kurdistan, Tirkiyeyê û gelek welatên cîhanê meş, çalakî, mitîng tên lidarxstin.
Kurd ji êrişên DAIŞê ya salên 2014 û 2015an bi berxwedaneke bêhempa xwe û Rojava rizgare kirin û ev berxwedan li cîhanê deng veda. Sazî, partiyên kurd bi boneya vê berxwedanê kom bûn û 1ê sibatê Roja Piştevaniya bi Rojavayê re îlan kirin. Bi munasebeta piştevaniya vê rojê û li dijî êrişên heyî yên li diijî Rojava tên meşandin li Kurdistan, Tirkiyeyê û gelek welatên cîhanê meş, çalakî, mitîng û daxuyanî ji bo piştgiriya Kobanê tên lidarxistin.
ALMANYA
Hannover
Deh hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Hannoverê Almanyayê bo şermezarkirina êrişên çeteyan ên li ser Rojava û Roja Piştevaniyê ya bi Kobanê re, Opernplatzê dest bi meşê kirin û 6 kîlometreyan meşiyan. Meşvan dirûşmên ‘Bijî Rojava’, ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Defend Rojava’, ‘Bijî Kurdistan’, ‘Yek e Yek e Yek e Gelê Kurd Yek e’ ‘Bijî Yekitiya Gelê Kurd’ û ‘Bakur Başûr Roja Rojhilat Kurdistan yek welat” berz kirin û berxwedana Kobanê silav kirin.


