Li çiyayên Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê didomin

Gerîlayên azadiya Kurdistanê Cejna Newrozê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coş pîroz kirin.

1 deqe xwendin
Li çiyayên Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê didomin

Pîrozbahiyên Newrozê li çar aliyên Kurdistanê û gelek deverên cîhanê tê pîrozkirin. Bi taybetî pîrozbahiyên li çiyayên Kurdistanê bedewiya xweza û çanda Kurdî radixin ber çavan. Agirên li deverên cuda yên çiyayên Kurdistanê tên dadan, şevê ronî dikin û dîmenên bêhempa derdixin holê. Gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û YJA Starê bi stran û govendê Newroz pêşwazî kirin. Gerîla li dora agirekî mezin li hev civiyan, li ber stranên Newrozê govend gerandin berxwedan û hêviya paşerojê ji çiyayan belavî seranserê Kurdistanê kirin.