Li Daqoqê di teqîna bombeyekê de polîsekî kurd mir
Li bajarokê Daqoqê bombeya ku berê li ber derê mala berpirsê Haşdî Şabî yê bajarok, hatibû danîn teqiya, di encamê de polîsekî kurd jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan li bajarokê Daqoq ya ser bi parêzgeha Kerkûkê, bombeyek li ber derê mala berpirsê Haşdî Şabî Elî Cefer hatibû danîn. Hate gotin ku piştî polîs bi bûyerê hesiyane, xwestine bombeyê bê bandor bikin.
Li gorî agahiyan di dema bê bandorkirinê de, bombe teqiyaye û di encamê de polîsekî kurd yê bi navê Mehdî Sebahe yê niştecihê Daqoqê jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî heman çavkaniyê di encama bûyerê de berpirsê hêzên Haşdî Şabî Elî Cefer, du polîs û karmendek şaredariyê jî birîndar bûne.
Derbarê bûyerê de lêkolîn hate destpê kirin, nehat zanîn ew bombe ji aliyê kê ve li ber derê mala berpirsê Haşdî Şabî hatiye danîn.


