Li derdora Sirînê gelek çete hatin kuştin

Şervanên HSD û YPJê hewldana êrişên çeteyên HTŞ,SMO û DAIŞê yên li derdora bajarê Sirînê têk bir. Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û birîndar bûn.

1 deqe xwendin
Li derdora Sirînê gelek çete hatin kuştin

Çavkaniyekî leşkerî daxuyand ku çeteyên HTŞ, SMO û DAIŞê ku dewleta tirk piştgiriya wan dike, hewl da li derdora bajarê Sirînê êrişan pêk bînin, lê şervanên HSD û YPJê êriş têk bir. Di encama destwerdana şervanan de gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Çavkanî da zanîn ku şervanan wesayîtek zirxî, 2 motorsiklêt, doçkayek, biswîngek tevî guleyên wê bi dest xistin.