Li dijî êrîşên çeteyan rabin ser piyan
PÎK bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezarkir û got: “Li hember çeteyên HTŞ-DAIŞê û çeteyên dewleta Tirkiyeya dagirker rabin ser piyan.

Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) têkildarî êrîşên çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku dewleta Tirkiyeyê ya dagirker piştgiriya wan dike de daxuyaniyeke nivîskî weşand. PÎKê bang kir ku li dijî êrîşên çeteyan rabin ser piyan û ev tişt parve kir:
“Gelê kurd îro roja xîret û berxwedanê ye. Her kurd li ser wan ferz e ku ji bo gelê me yê Rojava li hember çeteyên HTŞ-DAIŞê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker rabin ser piyan. Ereb û Tirk bi hev re şerekî kirêt li hember gelê me didin meşandin. Divê em bi ruhê niştimanî piştgiriya gelê xwe yê Rojava bikin.
Dema li Rojava bajar dihatin rûxandin û gelê kurd bi tenê li dijî DAIŞê şer dikir, hemû gelên herêmê bi canê xwe tekoşîn dan.
Îro jî eşîrên Ereb bi çeteyên HTS û DAIŞê re rê li hember gelê kurd digirin û şer dikin.
Hemû dinya bêdeng e li hember qetlîamên ku li dijî gelê me tên meşandin.
Divê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, welatên Ewropayê û hemû dewletên cîhanê bi lezgînî li dijî HTŞ û çeteyên di bin kontrola Tirkiyeyê de helwesteke zelal bigirin.
Divê Neteweyên Yekbûyî berpirsiyariya xwe ya li dijî van êrîş û qetlîaman li ser gelê kurd ê bindest bicîh bîne û bi lezgînî mudaxele bike.
Werin em li her derê bi ruhê neteweyî destkeftiyên gelê xwe yê li Rojava li dijî êrîşên dewleta çete ya Sûriyeyê û dewleta Tirkiyeyê ya dagirker biparêzin. Ev têkoşîn ji bo hebûn û rûmeta me pêwîstiyek e!
Em wek PÎK – Partiya Îslamiya Kurdistan li ba gelê kurdê Rojava ne û em amade ne li her deverê helwesta xwe ragihînin.
Dubarê bangewaziya me ji bo hemû hêz û partiyên kurdan ew e ku bi yek dengî û bi ruhê neteweyî helwesteke zelal nîşan bidin.”

