Li dijî hişmendiya hegemonîk alternatîfa jiyanê
Êrişên çeteyên HTŞ, nûnertiya hişmendiyeke Teokratîk û Monolîtîk dikin. Di vê zîhniyetê de "yê din" tune ye; tenê "ez" û "itaat" heye. Berevajî vê, paradîgmaya Netewa Demokratîk a Ocalan, li ser bingeha wekheviya gelan ava bûye.

Di sedsala 21an de, Rojhilata Navîn bûye qada şerê herî dijwar ê di navbera statukoparêziya klasîk û lêgerîna azadiyê de. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku bingeha xwe ji paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê digre, îro ne tenê wekî modeleke îdarî, lê wekî şoreşeke zîhnîyetê tê naskirin.
Zanista siyasî ya klasîk, sedsala borî li ser bingeha "yek ziman, yek al, yek netewe" ava kir. Ev model li Rojhilata Navîn bû sedema qirkirin, asîmîlasyon û şerên navxweyî. Paradîgmaya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş xistiye, li dijî vê yekperestiyê, pirrengiya wekî bingeha zanistî ya civakê datîne.
Êrişên ku îro li ser vê pergalê tên kirin, ne tenê êrişên leşkerî ne; di bingeha xwe de êrişên li dijî jiyana alternatîf a wekhev û demokratîk in. Hêzên hegemon û dewletên netewperest, hebûna vê paradîgmayê wekî metirsiyeke hebûnî ji bo desthilatdariya xwe dibînin.
Navendên şerê taybet, bi taybetî li Tirkiyeyê, hewl didin bi rêyên dezenformasyonê vê paradîgmayê di çavê civaka navneteweyî û gelên herêmê de "terorîze" bikin û reş bikin. Lê belê, gava em bi çavê zanistiya civakî lê binêrin, em dibînin ku Modela Hevserokatiyê li dijî zîhniyeta baviksalar, şoreşeke zayendî ye. Her wiha Meclîsên Gel li dijî burokrasya dewletê, demokrasiya rasterast e. Netewa Demokratîk jî li dijî nîjadperestiyê, yekîtiya dilxwazî ya gelan e.
Ev xalên ku bingeha paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tînin, zimanê şerê taybet pûç dikin. Ji ber ku rastiya li qadê, ne li ser bingeha serdestiya etnîkî, li ser bingeha hevjiyana gelan ava bûye.
Êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê divê di çarçoveya Jeopolîtîka Azadiyê de werin nirxandin. Rêber Abdullah Ocalan, hîn di destpêka krîzê de hişyarî dabû ku eger modela demokratîk neyê parastin, herêm wê bibe qada lîstikên tarî yên hêzên kurevî.
Êrişên komên çete û dewletên dagirker, rasterast destkeftiyên şoreşa jinê û pergala xweser hedef digrin. Ev êriş bi armanca tunekirina mînaka serkeftî tên kirin. Dixwazin nîşan bidin ku li Rojhilata Navîn demokrasî nabe. Lê berxwedana gelan a li ser bingeha xwenasînê, ev teoriyên paşverû serûbin kirine.
Teşhîrkirina êrişên li dijî vê pergalê, erkeke zanistî û mirovî ye. Li dijî zîhniyeta qirkirinê, parastina Rojava, parastina rûmeta mirovahiyê û azadiya civakê ye.
Bi van êrişên komên çete yên HTŞ û dewleta Tirk re hin derdorên ku ji aliyê klîka şer a dewleta Tirk ve tên birêvebirin li dijî vê pergala ku wekheviya gelan esas digre êriş dest pêkirin. Ev êrişên li ser medya dijîtal û qada şer ku rasterast kesayetiya Rêber Abdullah Ocalan û paradîgmaya wî hedef digrin, di zanista sosyolojiyê de wekî Epistemîsîd ango Kuştina Zanînê tê binavkirin. Hêzên paşverû dixwazin pergala ku li dijî modernîteya kapîtalîst wekî alternatîf hatiye avakirin, di hişê gel de reş bikin.
Êrişên çeteyên HTŞ, nûnertiya hişmendiyeke Teokratîk û Monolîtîk dikin. Di vê zîhniyetê de "yê din" tune ye; tenê "ez" û "itaat" heye. Berevajî vê, paradîgmaya Netewa Demokratîk a Ocalan, li ser bingeha wekheviya gelan ava bûye.
Êrişa li ser vê paradîgmayê, di rastiyê de êrişa li ser mafê her civakê ye ku bi nasname û baweriya xwe bijî. Hevkariya dewleteke endamê NATO û çeteyên HTŞê ku di lîsteya terorê de ne, nîşan dide ku gava mijar dibe înkara îradeya gelan, berjewendiyên statukoparêz hemû pîvanên navneteweyî binpê dikin.
Kampanyayên reşkirinê yên li ser medya dijîtal, bi rêbazên Dezenformasyon û Manipulasyonê tên meşandin. Armanc ew e ku Modela Rojava wekî projeyeke dabeşkar û kêrnehatî nîşan bidin.
Ev êriş bi zimanekî netewperest û zayendperest tên kirin. Ji ber ku paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan, Şoreşa Jinê wekî dilê civakê pênase dike, hêzên baviksalar jî bi tundiyeke taybet êrişî vî alî dikin. Êrişkariya dewleta tirk ya dagirker û van koman çete bi eşkere nîşan dide ku dijminatiya li dijî paradîgmayê, di heman demê de dijminatiya li dijî azadiya jinê û wekheviya civakî ye.
Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de bal kişandibû ser ku Rojhilata Navîn wê bikeve nav Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Êrişên îro, rastbûna vê tespîta zanistî îsbat dikin. Di vê were zanîn ku ev şer wê bi tu awayî ne ji bo azadiya gelan be, bi tamamî wê li gorî berjewendiyên dewletên serdest û kapîtalîst be.
Dewleta Tirk û çeteyên wê, bi hedefgirtina felsefeya Rêbar Abdullah Ocalan, dixwazin gelan bê mêjûyê polîtîk û bê parastina cewherî bihêlin. Ev hewildaneke ji bo vegerandina herêmê ber bi sedsala tarî ya Lozanê ve ye.
Êrişên leşkerî yên li ser erdê û êrişên îdeolojîk ên li ser medya dijîtal, du rûyên heman madalyonê ne. Ev hewildanên teşhîrkirinê nîşan dide ku Netewa Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên herêmê yekane rêya rizgariyê ye. Êrişên çeteyên HTŞ û dewleta Tirk, hewildana restorekirina pergala navendparêz a ku îflas kiriye ye. Paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan ji ber ku bingeha xwe ji Zanista Civaknasî û Dîrokê digre nava xwe, bi van êrişên çetewarî nayê rûxandin; berovajî wê, ev îdeolojî di nava civakê de bêhtir kok dide û mezin dibe.
Di vê çarçoveyê de em dikarin bêjin îro ev berxwedana ku li Rojava tê meşandin, ne tenê parastina herêmekê ye, parastina hişmendiyeke gerdûnî ye ku li dijî faşîzmê û paşverûtiyê radibe. Wekî rêberekî ji yê sedsala 20'an gotibû "Çirûskek dikare beriyekê bişewitîne". Tekane tirsa hêzên hegamon ew e ku bi şoreşeke dûyam ya Cotmehê re rû bi rû bimînin.


