Li dijî komployê gloka agir bû gloka yekîtiyê

Kurdan li dijî komploya 15ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe kir giloka jiagir û komplo pûç kir. Niha jî li dijî hewldana komploya li ser Rojava, li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê bûn yek û plan pûç kirin.

1 deqe xwendin
Li dijî komployê gloka agir bû gloka yekîtiyê

27 sal berê 15ê Sibata 1999an, serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Ecevît got; “Min fêhm nekir bê ka DYAyê çima Ocalan radest kir.” Bi vê gotinê nîşan da ku komplo bi destê hêzên navdewletî pêk hatiye. Piştî komploya navdewletî ya 15ê sibatê kurd li dora Rêberê xwe bû yek û li dijî komployê dest bi çalakiyan kirin. Zêdetirî 30 jin û ciwanên kurd bedena xwe kirin gloka ji agir û Rêberê xwe parast. Ji wê rojê heta niha li dijî hemû hewldanên hêzên navdewletî, kurd bêhtir xwe bi rêxistin dikin û bêhtir yekîtiya xwe ya li dijî komployê xurt dikin.

Dubarekirina dîrokê 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar dike ku jitextketina Sultan Abdulhamît heta êrişa li dijî Mûstafa Kemal, ji komploya 15ê sibata 1925an a li dijî Şêx Seîd heta komploya darvekirina Seyîd Riza ya 18ê Mijdara 1937an û komployên din ên qetilkirina kurdan, ji girtina Serbest Firkayê (1930) heta bidawîkirina serokwezîrtiya Înonu (1937), ji darbeya leşkerî ya 27ê Gulana 1960î heta darbeya postmodern a 28ê Sibata 1997an û herî dawî jî piştî salên 2000î amadekariyên darbeyan nêzî sed sal in, li ser heman xetê bûyer dubare dibin. Abdullah Ocalan dibêje ku di nav hêzên hegemonîk de ewilî Almanya, piştre Îngilîstan û DYA li derve piştgiriyê didin van pevçûnan û di bingeha hemû komplo û sûîqestan de şerê hegemonyayê ye ku li hemberî gelên Rojhilata Navîn, Anatolya û Mezopotamyayê tê meşandin.

Amadekariyên komployê 

Beriya komployê li Rojhilata Navîn amadekariyên mudaxeleyeke nû ya dewletên navneteweyî hebûn. Xwestin Rojhilata Navîn ji nû ve saz bikin. Hezên navneteweyî li Kurdistanê, Rojhilata Navîn têkoşîna azadiya Kurdistanê ku li çar dewletên sereke; Tirkiye, Îran, Suriye û Iraqê tê dayîn ji bo xwe asteng dîtin. Ji bo plana xwe pêk bînin, pêwîst dîtin ku mudaxeleyê Tevgera Azadiya Kurdistanê bikin. Ji bo wê jî rêberê tevgerê birêz Abdullah Ocalan ji xwe re asteng dîtin. 

Komploya 6ê Gulanê 

Dîrokê 100 sal şûnde xwe dubare dikir. Yekemîn êrişa li ser tifaqa kurd-tirkan sala 1925an bi provokasyona li dijî serhildana Şêx Seîd dest pê kir. Sed sal şûnde heman komploya li dijî gelê kurd dîsa xwe dubare dikir. Bi komploya 15ê Sibatê xwestin tifaqa kurd û tirkan  parçe bikin û planên xwe yên li Rojhilata Navîn jîndar bikin. Dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şamê bû, di 6ê Gulana 1996an de êrişeke bombeyî pêk hat. Di vê êrişê de Abdullah Ocalan xelas bû û vê carê jî plana ‘tasfiyeyê’ xistin dewreyê.

Dema ku dîrokê 9ê Cotmeha 1998an nîşan dida, Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket û destpêkê çû Atînayê. Piştî ku ew ji Sûriyeyê derket, rêveberiya Sûriyeyê li Edeneyê ji berpirsyarên Tirkizeyê re got “Ocalan êdî ne li Sûriyeyê ye” û bi vî awayî di navbera her du dewletan de hevpemana Edeneyê ku gavbigav bigihîje komployê ava dikir hat îmzekirin. Amadekirina pergala îşkenceyê ya Îmraliyê di 4ê Sibata 1999an, hîn beriya ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Kenyayê were revandin hatibû destpêkirin.

Beriya komplo pêk bê, Abdullah Ocalan agirbest îlan kiribû. Wê demê digot ‘Armanca hêzên navneteweyî kûrkirina şerê di navbera kurd û tirkan de ye.’ Pêşengê wê komployê Amerîka bû. Bi radestkirina Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê re, xwestin kurd û tirkan têxin nav şerekî kûr.

Ji bo planê pêk bînin, zêdetirî 30 dewletên cîhanê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo xistin meriyetê. Li ser vê planê di 9ê Cotmeha 1998an de Abdullah Ocalan ji Suriyeyê derxistin. Abdullah Ocalan li şûna berê xwe bide çiyayên Kurdistanê û şer tercîh bike, berê xwe da welatên “Demkorasiyê” yên Ewropayê. Abdullah Ocalan li welatên Ewropayê 130 rojan ji bo bicihbûnê û çareserkirina pirsgirêka kurdî geriya. Lê hemû hewldan ji aliyê hêzên komploger ve hatin têkbirin û bê encam man. Herî dawî hêzên girêdayî NATOyê di 15ê Sibata 1999an de Abdullah Ocalan li Kenyayê girt û radestî Tirkiyeyê kir. Abdullah Ocalan piştî komployê got: “An projeya min an jî projeya Amerîkayê wê bi ser bikeve.”

Abdullah Ocalan ji bo operasyon û nêçîra ku 130 rojan dewam kir vê nirxandinê dike: “Di nêçîra 130 rojan de ji bilî desthiltadarê DYAyê ti hêz nikaribû pêk bîne, di vê pêvajoyê de tekane rola tîmên taybet ên tirk ew bû ku bi balafirekê min bînin Îmraliyê.” 

Abdullah Ocalan ew şertên giran û pûçkirina komployê wiha nirxand: “Bi pêvajoya çareseriya demokrasî û aştiyê re ku li Îmraliyê min bi pêş xist, hemû planên wan ên îmhakirinê pûç kirin. Cezayê darvekirinê hat rakirin. Lê heta mirinê di derfetên giran ên tecrîdê de mayîn; li koridora mirinê ye, ji darvekirinê xirabtir e. Bi vê yekê xwestin hêdî hêdî mirinê li demê belav bikin. Min di bin van şertan de bi parêznameyên xwe ku bi nirxandina derfetên bi qasî serê derziyê bi pêş xist, min bersiv da. Bi vî awayî komploya navdewletî di asta teorîk de ronîkirin, teşhîrkirin û pûçkirin pêk hat. Lê di pratîkê de min hewldanên aştî û çareseriyê berdewam kirin.” 

Girtîgeha Îmraliyê û Guantanama

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pergela Îmraliyê weke Guantanamayê pênase dike û ji bo pergala Îmraliyê wiha dibêje: “Pergela Îmraliyê weke qadeke lawazkirina vîna ku hiqûq û qanûn bandora xwe li ser vir nake û pergala cîhanê ya kapîtalîzmê ji bo min taybet daye avakirin. Hem bi derfetên zindanê, him jî bi awayekî ji derveyî hiqûqê revandin a ku li dijî min hatiye kirin, ez dikarim bêjim ku zindana Îmraliyê weke Guantanamo ya yekemîn ketiye dewreyê.”

Nirxandina PKKê ya dawî  

Piştî komploya 9ê Cotmeha 1998an girtiyên PKKê li zindanê dest bi çalakiyan kir. Halît Oral bi şiara “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” bedena xwe da ber agir. Halît Oral û Aynûr Artan bûn pêşengên çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” û hewldanên komployê pûç kirin. Komîteya Rêveber a PKKê beriya xwe fesix bike, bi wesîleya 26emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê ev peyam parve kir: “Perlaga Îmraliyê bûye pergala tecrîd, îşkence û qirkirinê.  Ev 26 sal in bi pêşengiya Rêber Apo, Tevgera me ya Azadiyê, gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokratîk li hemberî komplo û pergala Îmraliyê bi lehengî li ber xwe didin. Di berxwedana dîrokî ya bi şiara “Hûn Nikarin Roja Me Tarî bikin” de zêdetirî 30 şehîdên me çêbûn. Bi vê berxwedanê ku ev 26 sal in girêdayî xeta şehadetan tê meşandin, Komploya Navneteweyî bi her awayî hatiye şikandin û perlaga Îmraliyê ya tecrîd, îşkence û qirkirinê têk çûye.’’ 

‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ 

Di şeva 29ê Cotmehê de ku starta komployê hatibû dayîn de Mehmet Halît Oral li Girtîgeha Mereşê xwe şewitand. Nameya Mehmet Halît Oral wiha ye: “Êrişên li dijî we û gelê me tên kirin, êrişên li dijî mirovahiyê ne. Ji bo ku li rexê xwe ve ji van êrişan re bibim bersiv, ji bo ku xiyanetê li şehîdên me û cenabê we nekim, ji bo ku peywira xwe pêk bînim, ev çalakî dê bo min bibe serfiraziyeke mezin. Heta niha min nekarî ji bangawaziyên we re bibim bersiv. Dê çi hêja be ku ez ê bikaribim bi vê çalakiya xwe ji bangawaziya we re bibim bersiv. Hêrsa min, kîn û tolhildana min pir mezin e. Lê di zindanê de vê nikarim ji dijmin derxînim. Bi vê çalakiya xwe careke din dixwazim dilsoziya xwe ya li cenabê te nîşan bidim….” Piştî çalakiya Halît Oral zêdetirî 30 kesan xwe kir giloka jiagir û nehiştin komplo bi ser bikeve. 

Di salên dawî de têkoşîna li dijî komplo û tecrîdê

Ji 9ê Cotmeha 1998an heta 15ê Sibata 1999an û ji 15ê Sibata 1999an heta niha her sal kurd li Bakur, Rojava, Başûr, Rojhilat û li hemû welatên ku kurd li wan dijîn, çalakiyên girseyî tên lidarxistin. Meş û xwepêşandanan li dar dixin. Kurd 15ê Sibatê ji bo xwe wekî roja reş dibînin û di vê rojê de cilên reş li xwe dikin. Çalakiyên 15ê Sibatê ku di destpêkê de gelê kurd li dora Rêberê xwe bû xelek, sal bi sal ev pêla tora gelan fireh bû. Herî dawî 3 sal berê dostên kurdan di 10ê cotmeha 2023an de di pêşengiya rewşenbîr, entellektuel, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan de kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgireka kurdî re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Bi minasebeta 74 saliya Abdullah Ocalan li 74 navandan dest bi çalakiyan kirin. Ev çalakî pêl bi pêl belav bû û di  dem û cihên cuda de bi meş, mitîng û daxuyaniyên girseyî berdewam kir. 

Piştî hamleya cîhanî 

10ê cotmeha 2023yan: Dostên kurdan ji bo dawî li tecrîdê bê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihîje mafê hêviyê di 10ê Cotmeha 2023yan de pêngaveke cîhanî da destpêkirin. Bi dirûşma “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurdî re çareseriya siyasî” li 74 navendan dest bi çalakiyan kirin û ev çalakî li zêdetirî 100 navendên cîhanê belav bûn. Bi dehhezaran dostên kurdan beşdarî pêngavê bûn û bi çalakiyên cuda piştgirî dan kampanyayê.  

Di 21ê çileya 2024an de kurd û dostên kurdan bi minasebeta 25emîn salvegera komploya 15ê Sibatê bi 25 kesan meşa dirêj a 25 rojan da destpêkirin. Meş piştî 25 rojan li Kolnê bi mitînga herî mezin bi dawî bû. 

Di 1ê sibata 2024an de Rêwiyên Azadiyê yên ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurdî di 1ê sibatê de li Qers û Wanê bi rê ketin, di 15ê Sibatê de li Gundê Amaraya Xalfetiya Rihayê gihiştin hev. Bi minasebeta 75 saliya Abdullah Ocalan 75 kesên ku nûnertiya gelê kurd dikirin tev li meşa dirêj a azadiyê bûn. Meşê 15 rojan berdewam kir. 

Di 17 sibata 2024an de bi sed hezaran kesên ku li navdê kurd û dostên kurdan hebûn, li Kolna Almanyayê, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê û di çarçoveya pêngava “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurdî re çareseriya siyasî” ku di 10ê cotmehê de li cîhanê hat destpêkirin, meşiyan û mitînga girseyî li dar xist.

Di 21ê çileya 2025an de meşa dirêj a 26 rojan ku li Lorientê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurdî re çareserî” di 21ê çileyê de dest pê kir, di 15ê Sibatê de bi meş û mitînga dîrokî li Strasbûrgê bi dawî bû. 

Di 1ê cotmeha 2025an de Tevgera Jinên Azad (TJA) ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meş da destpêkirin.

Li diji komploya Parîsê yekîtiya gelan 

Di 5ê Çile de li Parîsê di navbera Îsraîl,  HTŞ û Tirkiyeyê de peymana li dijî Rêveberiya Xweser û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat îmzekirin. Bi peymanê re di 6ê Çile de êrîşî taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd kirin. Piştre HTŞê û çeteyên girêdayî Tirkiyeyê berê xwe dan Rojava. Kurdan ev plan wekî komploya duyemîn binav kirin û bi ruhê seferberiya neteweyî li çar aliyên cîhanê daketin qadan û rê li pêş komploya duyemîn girtin. Kurdan bi ruhê yekîtiya neteweyî planên ku şerê kurd û ereban pêş bixe pûç kirin.