Li dijî newekhewiyê wezareteke nû

Cara yekem li cîhanê jinek nîştecih û cotkar a li Bolîvyayê ku di nav tevgera jinên pêşeng de cih girtiye, bû wezîra Wezareta Çand, Dekolonîzasyon û Jiholêrakirina Serdestiya Mêran a Bolîvyayê.

1 deqe xwendin
Li dijî newekhewiyê wezareteke nû

Cara yekem li cîhanê jinek nîştecih û cotkar a li Bolîvyayê ku di nav tevgera jinên pêşeng de cih girtiye, bû wezîra Wezareta Çand, Dekolonîzasyon û Jiholêrakirina Serdestiya Mêran a Bolîvyayê.

Sala borî li parlamentoyê yekgirtina partiyên rastgir û çepgir bi darê zorê kir ku serokê dewletê Evo Morales îstîfa bike. Piştî hilbijartinên pêşwext partiya Morales MAS (Tevgera Ber Bi Sosyalîzmê Ve ) bi ser ket. Piştî ku Luîs Arce wek serokê dewletê hat hilbijartin û kabîneya nû aşkera bû, wezareteke nû hat damezirandin.

Li gorî daxuyaniya Alîgiriya Berpirsê Serokê Ragihandina Bolîvyayê, wezareta navê wê “Çand, Dekolonîzasyon û Depatriarkalizasyon (Jiholêrakirina Serdestiya Mêr)” e xwediyê erka teşwîqkirina polîtîkayên çandî yên der barê serweriyê de û jiholêrakirina newekheviya di navbera gelan de ye.

Serokê dewletê Arce der barê erka wezaretê de ev tişt got: “Jiholêrakirina mêtingerî û baviksalariyê, newekhêviya navbera gelan û her wiha ya navbera jin û mêran de şikandinanêrîna hegemonyaya yekdengî ye.”

Jina têkoşer Sabîna Orelanna, di heman demê de temsîlkara Konfederasyona Neteweyî ya Jinên Gundî û Niştecihên Bolîvyayê ye. AMED