Li Ebexê bang kirin: Kurdeke jî bimîne dê li ber xwe bide
Li navçeya Ebexê ya Wanê bi sedan kes ji bo Rojava meş li dar xist. Hevseroka DBPa Wanê Gonul Uzunay di çalakiyê de got: “Di dinyayê de tenê kurdek jî bimîne dê ji bo Rojava têbikoşe.”

Li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ên ser rojavayê Kurdistanê, li navçeya Ebexê ya Wanê daxuyanî hat dayin û piştre meş hat lidarxistin. Bi sedan welatiyên li ber deriyê DEM Partiyê kom bûn, ber bi navenda navçeyê ve meş li dar xist. Di meşê de dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” hat berzkirin. Baskê meşê ku her ku çû mezintir bû, heta navenda navçeyê meşiya.
Hevseroka DBPa Wanê Gonul Uzunay di çalakiyê de anî ziman ku li dijî êrişên qirkirinên yên ji Helebê dest pê kirin û niha li ser tevahiya Rojava berdewam in, gelê kurd bi roja ye li ber xwe dide û wiha got: “Ev plana qirkirinê vala hat derxistin. Bi destê DAIŞê ya ku navê xwe weke HTŞê guherandî, ji hêla El Qaîdeyê ev êriş tên kirin. Di sala 2014an de gelê kurd, enternasyonalistan çawa ku Kobanê ji DAIŞê re kiribe goristan, îro jî li ber xwe dide. Xwestin nîfaqê bixin navbera gelên kurd û ereb. Dixwazin pêkvejiyana gelan ji holê rakin. Modela Rojava ji bo cîhanê bûye mînak. Dewlet, piştgiriyê didin çeteyên paramîlîter. Gelê kurd, ciwanên kurd dê Rojava ji vê zîhniyetê re bike goristan. Li dinyayê tenê kurdek jî bimîne dê ji bo Rojava têbikoşe.”
Di berdewama axaftina xwe de Gonul Uzunay îşaret bi pêvajoya li Tirkiyeyê kir û got: “Lêbelê Tirkiye îro ji bo Şara dibêje ‘Birayê min.’ Heke niyeta wan aştî be, wê demê kurdên li Rojava nas bikin. Polîtîkaya li Rojava tê meşandin, divê ji bo xwişk-biratiya gelan û Sûriyeyeke demokratîk be. Piştgiriyê bidin gelê Rojava. Rojava, xeta me ya sor e. Xwedîderketina li destkeftiyên kurdan, xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê ye.”
Gonul Uzunay, herî dawî got ku dê sibe li Wanê saet di 13.00ê de bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk meşeke girseyî were lidarxistin û banga tevlibûnê kir. Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû.


