Li Efrînê ji ber lehî zarokek xeniqî

Li geliyê Şera yê Efrînê ji ber barana zêde lehî rabû. Zarokekê jiyana xwe ji dest da, yek jî hate rizgarkirin.

1 deqe xwendin
Li Efrînê ji ber lehî zarokek xeniqî

Li gorî malpera Efrîn El An, zaroka bi navê Zeyneb Elî Sîdo ya 8 salî duh (16 Adar 2026) ji ber baranê û lehiyê xeniqî.

Li gorî agahiyan, Zeynebê dema nêzî geliyê bû, li ber lehiyê çû û zarokekî din ku pê re bû, rizgar bû. Zarokê rizgarbûyî veguhestin nexweşxaneyê.