Li Êlihê tevî baranê jî pîrozbahiya Newrozê berdewam dike
Li Êlihê bi hezaran welatî tevî baranê û hewayê sar jî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ pîrozbahiya Newrozê dest pê kir.

Li Êlihê Newroz li Qada Newrozê ya Taxa Pazaryeriyê tê pîrozkirin. Bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên Kurdî hatin qada Newrozê. Welatî tevî baranê jî li Qada Newrozê tije kirin û govendê digerînin.
Bi hezaran kes ji taxan û gundan berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Zêdetirî welatiyan bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Li qadê flamayên kesk û sor û zer hatin hilgirtin û girse dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî berxwedana gelê kurd’ berz dike. Her wiha li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin.
Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û dê bi axaftinan û bernameya stranbêjan berdewam bike.


