Li Êlihê û Dêrsimê cenaze bi girseyî defin kirin
Cenazeyê Mehmet Edîp Taşar ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Êlihê bi girseyî defin kirin. Cenazeyê bavê endama Konseya Rêveber a KCKê Fatma Adirê Haydar Sezer jî li Dêrsimê bi girseyî defin kirin.

Li Êlihê û li Dêrsimê du cenaze hatin defin kirin. Li Êlihê cenazeyê Mehmet Edîp Taşar ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, li Dêrsimê jî cenazeyê Haydar Sezer ku li Ewropayê jiyana xwe ji dest dan bi merasimên girseyî spartin axê.
Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar (70) ê ku ji 3yê Adarê ve li Nexweşxaneya Çam Sakûra li navçeya Başakşehîrê ya Stenbolê dihate tedawîkirin di 24ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Mehmet Edîp Taşar cenazeye wî ji morgê girtin û anîn Êlihê. Îro cenaze li goristana taxa Tilmencê ya Êlihê veşartin. Di merasîmê de rêveber û endamên DEM Partî, DBP, TUAY-DER, MEBYA-DER, DÎAY-DER, ÎHD, OHD, malbata Mehmet Edîp Taşar û gelek endamên rêxistinên sivîl amade bûn. Girseyê li vir bênavber dirûşmeya “Şehîd namirin” berzkirin.
Hevserokê TAUY-DERê Hasan Arigtekîn di merasîma veşartina Mehmet Edîp Taşar de axivî û got: “Em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Ev şehîdê me jî weke wan şehîdan bi salan e di zindanan de têkoşiya û bi kedeke mezin li ber xwe da. Bi salan e rêhevalên me di zindanan de nexweş in û nayên tedawîkirin. Armanca dewletê ew ku hevalên me bêne tunekirin.”
Merasîma cenaze bi duayan bi dawî bû. Dê sibê li mala şînê serdan bêne kirin.
Li Dêrsimê bavê Fatma Adir bi girseyî defin kirin
Bavê endama Konseya Rêveber a KCKê Fatma Adirê Haydar Sezer (90), ku di 20ê Adarê de li Stuttgart a Almanyayê jiyana xwe ji dest da, li bajarê xwe yê jidayikbûnê Dêrsimê hat veşartin. Di merasîma cenaze de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordû, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kesên din amade bûn.
Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku di merasîma cenaze de axivî, got: "Dibe ku em hevdu nas nekin, lê em baş dizanin ku piştî sala 1938'an, me li vê herêmê sirgûn û mirin dîtiye. Em ji zarokatiya xwe, ji çanda xwe, ji welatê xwe û ji zimanê xwe hatin qutkirin. Her çend li Ewropayê jiyabe jî, bi nasname û zimanê xwe hebûna xwe domand. Dibe ku ew ji welatê xwe dûr bû, lê wî her gav nasname û welatê xwe di dilê xwe de hildigirt. Ji bo ku ew welat û nasnameya xwe ji bîr nekin, bi zarokên xwe re bi zimanê xwe diaxivî. Îro, em wî li axa wî, wî ber bi rêwîtiya wî ya dawî ve rê dikin."
Biraziyê wî, Îmdat Sever jî got: "Bi pabendbûna wî ya bi çanda me re, me hişmendiyek nû bi dest xist. Evîna wî ya ji bo çanda xwe, xweza û gelê xwe me rûmetyar kir."
Piştî merasîma cenaze ku li Cemxaneya Seterê hat lidarxistin, Sezer li Goristana Gundê Seterê hat veşartin.


