Li Farqînê lehî rabû 4 gund di bin avê de man

Ji ber barînên zêde, li 4 taxên navçeya Farqînê lehî rabû.

1 deqe xwendin
Li Farqînê lehî rabû 4 gund di bin avê de man

Li navçeya Farqînê ya Amedê ji ber barîna zêde ya baranê li gundên Gundikê Hecî Îbrahîm, Reşo, Gulîzera û Boşatê lehî rabû. Piştî barana zêde 37 qewar xetimîn û lehiya rabû hin rê girtin. Vê rewşê bandor li hat û çûyîna wesayîtan kir. Rêyên hin gundan jî ji ber baranê xera bûn û derz lê ketin.

Tîmên Şaredariya Farqînê piştî rabûna lehiyê çûn herêmê û dest bi xebatan kir. Piştî xebatên hatin kirin rêyên hatibûn girtin ji hatin û çûyînê re ji nû ve hatin vekirin.

Hate zanîn ku ji ber rabûna lehiyê li hin malan ziyaneke madî çêbûye. Hevserokê şaredariya Farqînê Kadrî Esen jî bi tîman re li qadê lêkolînan dike û xebatan di cih de dişopîne. Xebatên paqijiyê û tespîta ziyanan ên tîmên şaredariyê yên li herêmê berdewam dikin.