Li Fransayê doza êzidiyan destpê kir

Li paytexta Fransa Parîsê doza ewilî ya têkildarî qirkirina DAIŞê ya li hemberî Êzidiyan destpê kir.

1 deqe xwendin
Li Fransayê doza êzidiyan destpê kir

Li dadgeha cezayê giran a li Parîsê, derbarê welatiyê Fransayê Sabrî Essîd doz hate vekirin. Hate diyarkirin Sabrî Essîd tevlî DAIŞê bûye û tevlî sûcên li dijî Êzidiyan bûye.

Di doza bi rengekî xiyabî hatî kirin de, Essîd bi qirkirinê, sûcên li dijî mirovahiyê û hevkariya van sûcan tê darizandin. Ev doz li Fransayê doza ewilî ya têkildarî qirkirina li hemberî Êzidiyan e.

Tê îdîakirin ku Essîd ê sala 1984an ji dayik bûye, sala 2014an li Sûriyeyê tevlî nav refên DAIŞê bûye û sala 2018an miriye. Lê belê ji ber ku têkildarî mirina wî îspatek şênber nîne, ji aliyê dadgeriya Fransa ve weke “fîrarî” tê qebûlkirin û bi vî rengî tê darizandin.

3 jinên êzîdî di rûniştinê de tevlî dozê bûn û tê payîn ku du ji wan li dadgehê şahidiyê bikin.

Li gorî dosyaya lêpirsînê, Essîd jinên Êzidî ji bazara esîran kirî ye, sûcên mîna koletiya zayendî, destdirêjî û muameleya xirab li hemberî wan pêk aniye.

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an li Şengalê êrîşên qirkirinê pêk anî, bi hezaran êzidî hatibûn qetilkirin, bi hezaran jin û zarok hatibûn revandin û hatibûn kolekirin.

Sabrî Essîd destpêka sala 2014an piştî çû herêma sînor a Iraq-Sûriyeyê, li wir hevjîna wî û 4 zarokên wî tevlî wî bûn.

10ê Adara 2015an dîmenekî propagandayê yê DAIŞê hate weşandin. Essîd jî di wê dîmenê de bû. Essîd di dîmen de zorî li kurê xwe yê 12 salî dikir ku dîlgirtiyê Fîlîstînî înfaz bike.

Hevjîna wî ya ku piştî vegeriya Fransayê hate girtin, wê di rûniştinê de weke şahid were guhdarkirin.

Ev doza li Fransayê, li Ewropayê weke xeleka dawî ya dozên têkildarî qirkirina li hemberî Êzidiyan tê nirxandin.

Di salên dawî de li Ewropayê ji ber qirkirina li hemberî Êzidiyan, li dijî gelek endamên DAIŞê biryara girtinê hate dayîn; ya ewilî sala 2021an li Elmanyayê, piştre sala borî li Swêd û Belçîkayê.

Têkildarî vê qirkirinê dozeke din, wê sala 2007an li Parîsê were dîtin. Di dozê de emîrê DAIŞê Abdulnasir Benyusef ku mirî tê zanîn û hezkiriya wê ya berê Sonia Mejri ya ku vegeriyaye Fransayê, wê bên darizandin.

Ji Serokatiya Dozgeriya Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Neteweyî (Pnat) Olivier Christen, roja duşemê daxuyanî da RFI’yê û diyar kir ku têkildarî vê dozê giştî 11 doz hatin vekirin.