Li Girkê Legê, Dêrikê û Kobanê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin

Pîrozbahiyên Newrozên Girkê Legê, Dêrik û Kobanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin dest pê kirin.

1 deqe xwendin
Li Girkê Legê, Dêrikê û Kobanê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin

Li Kurdistan, Ewropa û gelek welatên cîhanê pîrozbahiyên Newrozê bi coşeke mezin dest pê kirin. Pîrozbahiyên Newrozê Dêrik, Girkê Legê û Kobanê bi pêxistina meşaleya Newrozê ku dayikên hat vêxistin dest pê kir.

Girkê Legê

Bi beşdariya şêniyên Girkê Legê, Çilaxa û herêma Aliyan pîrozbahiya Newrozê li gundê Hilêqî yê Girkê Legê dest pê kir û komîteya amadekar axaftina destpêkê kir. Di axaftinan de Newroz hat pîrozkirin û komên hunerî bo dika pîrozbahiyê hatin vexwendin û axaftin hat kirin. Beşdaran jî dirûşmên “Bijî berxwedana gelê kurd” berz kirin.

Piştre dayikên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane, meşaleya Newrozê pêxistin û deqeyekê rêz hat girtin.

Dêrik

Li Dêrikê jî pîrozbahî li Qada Şehîd Çîçek bi pêxistina meşaleya Newrozê û rêzgirtinê dest pê kir. Piştre komîteya amadekar, komên hunerî vexwend ser dikê da ku axaftina pîrozbahiyê bike. Pîrozbahî bi strîna stranan dom dike.

Kobanê

Gelê Kobanê jî Newrozê li Qada Miştenûr li dar dixe. Piştî pêxistina meşaleya Newozê û rêzgirtinê, komîteya amadekar komên hunerî vexwendin ser dikê. Pîrozbahî bi govend û stranan didome.