Li Girtîgeha Evînê mafê girtiyan tê binpêkirin

Beşek ji girtîgeha Evînê ya li Îranê, rastî êrişeke mûşekî hat. Ev bûyer, di demeke ku rapor derbarê rewşa xirab a mafên mirovan a li çend girtîgehan de hişyarî didin de, fikaran zêde dike.

1 deqe xwendin
Li Girtîgeha Evînê mafê girtiyan tê binpêkirin

Êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê bi lezeke zêde berdewam dikin. Rê li ber qonaxeke nû ya aloziyên herêmî vedikin û tirsên li ser bandorên mirovî û ewlehiyê yên li welêt zêde dikin. Li gelek bajarên Îranê, rewşeke hişyariyê ya berfireh û ragihandina rewşa awarte li gelek saziyan tê jiyîn. Rêze êrîşên asûmanî yên ku navendên leşkerî û ewlehiyê hedef digirin, têne kirin.

Her ku êrişên hevbeş ên Îsraîl û Amerîkayê yên li dijî Îranê berdewam dikin, raporên derbarê şert û mercên girtîgehan ên li welat de derketine holê. Li gorî agahiyên hatine weşandin, beşek ji girtîgeha Evînê duh êvarê rastî êrişeke mûşekî hatiye. Êrişê, fikarên cidî li ser ewlehiya fîzîkî û derûnî ya girtiyan derxistiye holê.

Heta niha, derbarê rewşa girtiyan an jî tedbîrên ku rayedaran ji bo rizgarkirina jiyana wan girtine de tu hûrgilî nehatine eşkerekirin. Di vê navberê de, raporên berê yên derbarê êrişê de nîşan didan ku qawîşa 209emîn hatiye valakirin û girtî ber bi cihekî nediyar ve hatine veguhestin.

Bi destpêkirina êrişên li ser Îranê re, girtîgeha Evînê ket rewşek awarte ya dijwar û çalakiyên rojane yên normal di hundirê girtîgehê de rawestiyan. Raporên weşandî destnîşan dikin piştî ku rayedaran deriyê girtîgehê kilît kirin û ji wir derketin, girtî di peydakirina xwarin û pêdiviyên bingehîn de rastî sînordarkirinên giran hatine.

Herwiha dikana girtîgehê yek ji wan çend çavkaniyan bû ku girtî ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên rojane pê ve girêdayî bûn jî hate girtin. Ev yek êşa wan girantir kir û ew bi şert û mercên jiyanê yên dijwar û nearam re rûbirû hişt. Di heman demê de girtî li hember êrîşan bê parastin mane.

Li bajarên Merîwan, Urmiye, Neqede, Selmas û Kamyaranê, bi sedan girtî bi kefaletê demkî hatin berdan û girtiyên ku kefalet ji bo wan nehat dayîn ji bo cihên nenas hatin veguhestin. Her wiha rapor destnîşan dikin ku hejmarek girtiyên siyasî ji girtîgeha Dastjerdê ya li Îsfahanê bê agahdarkirina malbat û parêzerên wan ber bi cihekî nenas ve hatine veguhestin. Li gor raporan gardiyanên girtîgeha Qezel Hesar deriyên hin hucreyan kilît kirine û nehiştine ku girtî di demên awarte û êrîşan de xwe biparêzin.

Çalakvana mafên mirovan û girtiya siyasî ya berê Athena Daemî daxwaza serbestberdana tavilê ya girtiyên siyasî li Îranê kir. Athena tekez kir ku ji ber zêdebûna xetereyên ku ew di çarçoveya êrîşên heyî de pê re rûbirû dimînin, girtî di şert û mercên heyî de koma herî bêparastin in.

Athena Daemi herwiha banga tedbîrên lezgîn ji bo parastina girtiyên sûcên giştî kir û got ji ber ku girtina wan a berdewam di şert û mercên şer de jiyana wan dike xetereyê û pîvanên bingehîn ên mirovî binpê dike.