Li Giyadînê jinekê hat kuştin
Welatiya bi navê Yonca Aslan a 27 salî, li Giyadînê kuştî hat dîtin.

Welatiya bi nave Yonca Aslan a 27 salî, li navçeya Giyadîn a Agiriyê li mala xwe kuştî hat dîtin. Bûyer şevê din li Taxa Fatîhê ya navenda navçeyê pêk hat. Hat zanîn ku xwişka Yonca Aslanê ku hate malê rewş ferq kir û agahî da. Bi agahdarkirinê re komên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Yonca Aslan a rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê, tevî mudaxileyê jî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yonca Aslanê piştî karûbarên otopsiyê li goristana navçeyê hate definkirin. Dozgeriyê têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin. Heta niha jî der heqê mirina biguman a Yonca Aslanê de tu daxuyaniyên fermî nehatine dayin.


