Li hemberî lehiya dîrokî, sekna yekgirtî

Sedsala dawî dîroka kurdan bi lêbandin û îxanetan hatiyê nivîsîn. Li Rojava bi Fransa re, li Başûr bi Îngîltere, li Bakur bi osmanî û tirkan re ji bo azadiyê şer hatibe meşandin jî, di dawî yê de ji pişta xwe derba xincera îxanetê xwarin e û bi qirkirinan re rû bi rû mane.

1 deqe xwendin
Li hemberî lehiya dîrokî, sekna yekgirtî

Dîrok herikbar e û hêza herka wê jî weke lehiyê ye. Kes û komên xwe ji bo lehiyê amade nekirî bivê û nevê li ber lehiyê dikevin û dixeniqin. Piraniya lehiyan, baş û nebaş her tiştî dide ber xwe û dibe. Lehiyên dîrokî, çiqas talanker û wêranker jî be, gelek caran bi xwe re qirêjiyan jî dibe. Piştî lehiyê cihê lehiyê lê dayî tê maliştin ango paqijkirin. Tişta diyarker amadekariyê an jî pêşbîniyên hatina lehiyê dîtin e û li gorî vê dîtinê amadekarî kirin e. Li gorî amdekariyên hatî kirin, an civak di vê berketina lehiyê de tune dibin an jî kewn û sekna xwe ya heyî wenda dikin û heya lehiyeke din a dîrokê li benda serketinê dimîne. Yên xwedî amadekarî, piştî lehiyê derfeta heyî baş dinirxînin û bi awayeke xurttir ê berî lehiyê serketin pêk tînin

Li Rojhilata Navîn bi giştî lehiyeke dîrokê rabûye. Helbet ev lehî bi destê zordestan tê herikandin. Yê lê dide jî û yê lêdanê dixwe jî zilimkar û zordest in. Di bername û planên wan de tu gûmanên civakê azadtir an jî demokratîktir bike tune. Hemû planên wan li ser hegemonyaya xwe xwurtirkirinê ye. Lê mixabin yên di van şeran de herî zêde tê kuştin û jar dibin dîsa civak e. Ger civak di nava xwe de konsensûseke li ser stûnên demokrasî û azadiyê çêbike, dikare bernameyên desthilatdaran ên li dijî berjewendiyên civakê têk bibe.

Weke neteweyeke Rojhilata Navîn, neteweya kurd a berî sed salan dîsa bi lehiyeke bi vî rengî û bi heman armanca hatî qetkirin û talankirin, îro dîsa bi heman rewşê re rû bi rû ye. Çiqasî şert û mercên niha ne weke yên berê be jî lê hêzên zordest bi heman armanc û planan dîsa lehî rakirine. Êş, azar û bindestiya sed salên berê, gelek tişt li neteweya kurd û li gelek tevgerên azadiya gelê kurd daye fêmkirin. Sekn û helwesta li şerê Bakur, Rojava û îro jî li Rojhilat, encama vê amadekariya lêhiyên dîrokî ne. Bi taybetî di şerê Rojava de sekn û helwesta gelê kurd û tifaqa partî û saziyên kurdan hêviyên heyî xurttir û geştir kirin.

Sedsala dawî dîroka kurdan bi lêbandin û îxanetan hatiyê nivîsîn. Li Rojava bi Fransa re, li Başûr bi Îngîltere, li Bakur bi osmanî û tirkan re ji bo azadiyê şer hatibe meşandin jî, di dawî yê de ji pişta xwe derba xincera îxanetê xwarin e û bi qirkirinan re rû bi rû mane. Pelên dîrokê şahidiya gelek hevkarî û paşê xapandina kurdan a bi aliyeke zordestan re dike. Helbet mînaka dawî ya Rojava gelek balkêş e. Van îxanetan cihê xwe di mejî û dilan de beyî ku bê jibîrkirin çêkiriye. Tifaqa kurdan a li Rojhilat û hemû welat, encama jîbîrnekirina jana van birînan e. Hevgirtina partiyên kurdan a li Rojhilat, hêviya azadiyê di nav gelê kurd de hîn xurttir dike. Sekna wan a xwe weke 'rêya sêyemîn/rêya aliyê civakê' nîşandane, dide xuyakirin encamên baş ji dîrokê û bi taybetî şerê Rojava derxistine.

Ji bo Rojava hema bêje hemû kurd li her çar parçe û li dîasporayê rabûn ser piya. Bêyî gumanên al, ol û birdoziyên cuda hemû civaka kurd herikî qadan. Divê neyê ji bîrkirin ku ev tifaq bi keda salan û bedelên giran ên hêz û tevgerên kurdan pêk hat. Lê ya balkêş ew bû ku, gel êdî mûdaxaleyî tevgeran kir û weke bêje, we em gihandin vê astê lê edî em bi vê astê ne qayîlnabin, divê hûn weke me cudahiyên di navbera xwe de rakin û bibin yek. Bi vê helwesta gel, hêzên hegenomîk her çiqas li Fransa ji bo hemû destketiyên kurdan ên li Rojava tune bikin li hev hatibin jî, serhildana kurdan rêneda ew bigihêjin armanca xwe. Civaka kurd dît ku al û ol cuda jî bin, dema yekîtî çêbe, kurd tên hesibandin. Bi min êdî civaka kurd dirûşma 'Berxwedan Jiyan e' wergerand asta 'Serhildan Jiyan e'. Berxwedana heta niha li hemberî tunebûnê dihate meşandin, êdî wergeriyaye asta serhildana gihaştina rizgariyê.

Lê li gorî daneyên heyî, hîna ev arastekirina gel a tifaqê, ji aliyê hemû tevgeran ve baş nehatiye fêmkirin. Lewra li welêt û dîasporayê ne bi hev re cuda cuda cejna Newrozê hat pîrozkirin. Her çiqas berî niha hevpeymaneke hatîbe çêkirin jî hinek partî xwe ji hevpeymanên vekêşane. Dîsa di merasîma spartina axê ya bavê Welat, gorbiheşt Salih Mislim de jî ew yekîtî lewaz ma. Ger di bername û rêziknameyên parti û saziyan de azadiya kurdan hatibe nivîsîn û gel bi vê bernameyê piştevanî kiribe û divê tekoşîn û tevgerîn jî li gorî wê bernameyê be. Êdî her kes dizane rêya rizgariyê bi tifaqê pêkan e. Derveyî vê helwest, şaş û durûtî ye.

Gel bi vê helwesta xwe, tifaqeke neteweyî arasteyî tevger û partiyên kurdan dike. Tevgerên kurdan ên li hemberî van rêbaz û helwesta bisekine, dê bi ser bikevin. Civaka tevgeran bi keda xwe gihandiye vê astê êdî ne apolîtîk e û dizane çi dixwaze. Li hemberî vê daxwazê bê helwest mayîn an jî dîjbertiya vê helwestê, dê bibe sedema têkçûyîn partiyên kurdan ên dijber.