Li Hesekê û Kobanê bi wesîleya 8ê Adarê mîtîng hatin lidarxistin
Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li bajarê Hesekê û Kobanê yê Rojava mîtîng hatin lidarxistin.

Li bajarê Hesekê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê mitîng ji bo serbestberdana şervanên dîlgirtî yên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê hat lidarxistin.
Hesekê
Di mitîngê de wêneyên şervanên dîlgirtî hatin hildan. Pankartên bi nivîsên "Di Roja Jinan a Cîhanê de, ji qadên azadiya jinan em banga azadiyê ji dîlgirtiyên xwe dikin", "Azadiyê ji bavê xwe re dixwazim" û "Azadiyê ji apê xwe re dixwazin" hatin vekirin. Bi pankartên din hikumeta demkî hat şermezarkirin ku li gorî peymana 29ê çileyê ya bi HSDê re îmze kiriye, tev nagire û dîlgirtî hîna bernedaye.
Mitîng bi berzkirina dirûşmên bi banga serbestberdana dîlgirtiyan û misogerkirina mafên jinan di destûrê de bi dawî bû.
Kobanê
Li Kobanê jî di çalakiya 8ê Adarê de daxwaza berdana dîlgirtiyan hate kirin. Jinan diyar kirin ku wê destketiyên şoreşa Rojava biparêzin.
Bi sedan kes ji şêniyên bajar û gundewarê Kobanê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meşek lidar xistin. Meş bi dirûşma "Jin Şoraşa Rojava diparêze" li qada Jina Azad destpê kir. Jinan ku bi cil û bergên xwe yên kurdî beşdarî meşê bibûn bê navber dirûşmên 'Jin Jiyan Azadî','Berxwedan jiyan e','Bijî berxwedana YPJê' û'Bijî berxwedana Rojava' berz kirin.
Meş li qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê û deqeyek rêz hat girtin. Piştre endama Meclisa Kongra Star a bajarê Kobanê Cûrî Temî peyama Rêber Apo ya 8ê Adarê xwend.
Piştre li ser navê tevgerên jinan ên Kobanê Rûken Ehmed axivî û wiha got: "Em 8ê Adarê li mîmarê Azadiyê li Rêber Apo, jinên cîhanê, bi taybet jinên Rojava ên ku ji bo azadiyê li ber xwe didin û têkoşîn dikin, pîroz dikin. 8ê Adarê roja berxwedan û têkoşîna li dijî neheqî û zordariyê ye. Bi saya vê berxwedanê, em ê bi ser bikevin û edalet, wekhevî û azadiyê bi dest bixin. Hebûna me ya îro li vir bi saya keda şehîdan e. "
Rûken Ehmed banga serbestberdana dîlgirtiyên li cem hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir û li ser têkoşîna jinan jî ev nirxandin kir "Berxwedana jinan di warên cûrbecûr de di lêgerîna azadî û demokrasiya rastîn de gihîştiye lûtkeyê. Lê dîsa jî şer û binpêkirin li dijî wan bi dawîn nebûye. Ev yek jî pêwîst dike ku têkoşîna femînîst ji bo rawestandina şer û binpêkirinên li dijî jinan were xurtkirin."
Li ser navê malbatên dîlgirtiyan Sozdar Mihemed axivî û xwest ku dîlgirtî di zûrtirîn dem de werin berdan.
Di dawiya mitîngê de şano, helbest û stranên şoreşgerî hatin pêşkêşkirin.


