Li Hewlêrê droneyek li ser malekî de kete xwarê

Hate ragihandin ku droneke ya xwekuj li taxa Jiyan ya Hewlêrê ket xwarê.

1 deqe xwendin
Li Hewlêrê droneyek li ser malekî de kete xwarê

Êrişên rejîma Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê didome. Hate ragihandin ku di saetên êvarî de droneke xwekuj li taxa Jiyan ya bajarê Hewlêr ya Başûrê Kurdistanê bê ku biteqe li ser malekê kete xwarê.

Hêjayî bibîr xistinê ye ji destpêka şerê Îsraîl û Amerîka ya 28ê sibatê ya li ser Îranê û vir ve zêdetirî 20 êrişên bi dronên xwekuj û moşekan li ser Herêma Kurdistanê pêk hatin.