Li Humsê kuştin û revandin zêde dibe

Li gundewarê Humsê 2 ciwan ji hêla kesên nenas ve hatin revandin. Welatiyek jî hat kuştin.

1 deqe xwendin
Li Humsê kuştin û revandin zêde dibe

Kesên nenas li ber Zanîngeha Taybet a El Hewaş ya li devera Wadî El Nesara ya li gundewarê Humsê ciwanê bi navê Mihemed Eymen Rustum û ciwanekî din ê ji parêzgeha Tertûsê ku nasnameya wî nehat zanîn revandin.  Li gorî ku nûçegihanê ANHAyê ji Humsê ragihandiye, 2 ciwan di nava rojê de ji derdora zanîngehê hatin revandin. Hûrgiliyên din derbarê bûyerê de nehatin zanîn. Şêniyan bang li rayedarên pêwendîdar kirin ku ji bo eşkerekirina bûyerê tedbîrên lezgîn bigirin û ji bo vegera wan a ewle bixebitin.

Welatiyek kuştin

Nûçegîhanê ANHAyê da zanîn ku dîsa li Humsê çekdarên nenas 3 gule berdan welatiyê bi navê Heyder Younis Mistefa yê 50 salî. Nûçegîhanê ANHAyê dağ zanîn ku dema welatî di otomobîla xwe de bû li ser rêya di navbera gundên Kefernan û El Xecar de rastî êrîşê hatiye û hatiye kuştin. Êrişkar jî reviyan cihekî nediyar.

Li Efrînê jî welatiyek revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku di 16ê Nîsanê, endamên hêzên Ewlekariya Giştî yên bajarê Ezazê welatiyê Kurd Ridwan Arselan Bekir (55 salî) dema ku ji Efrîn ber bi Helebê ve diçû revandin.