Li Îdirê û Dêrsimê hevdîtin atoleye hatin lidarxistin

Li Îdirê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a DBPê bi wesîleya 8ê Adarê xebata atolyeyê pêk hat û li Dêrsîmê jî bi hevdîtina bi jinan re pêk hat.

1 deqe xwendin
Li Îdirê û Dêrsimê hevdîtin atoleye hatin lidarxistin

Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi wesîleya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li taxa Emek a Îdirê bi jinan re xebata atolyeyê pêk hat. Endama Meclîsa Partiyê (PM) ya DBPê Hebûn Aslan, Guvercîn Aras û hevseroka DBPa Îdirê Kezîban Karasu Tanca û gelek jin tevli atolyeyê bûn. Di atolyeyê de dîroka 8ê Adarê, têkoşîna jinan û xebatên li herêmê wê bên meşandin hatin nirxandin.

Endama PM ya DBPê Guvercîn Aras da zanîn ku 8ê Adarê ne tenê rojek bîranînê ye, sembola têkoşîna wekhevî û azadiya jinan e û wiha got: “8’ê Adarê navê têkoşîna rêxistinkirî û îtîrazê ye. Em ê li her qada jiyanê gotina xwe mezin bikin.

Ji bo meşê bang

Guvercîn Aras balkişand ser piştevaniya jinan û ji bo meşa 26ê sibatê ya li Îdirê û her wiha 8ê Adarê bang li jinan kir.

Atolye bi nêrîn û pêşniyarên jinan bidawî bû.

Li Dêrsîmê hevdîtin

TJA û Rêxistina DEM Partî ya Dêrsîmê bi wesîleya 8ê Adarê li Pilurê bi jinan re hat gel hev. Parlamentera Dem Partiyê Ayten Kordu û gelek kes tevli bernameya ku li avahiya DEM Partî ya Pilurê pêk hat bûn. Pankarta ‘jin jiyan azadî’ li salonê hat daliqandin.

Ewil hevseroka DEM Partî ya Dêrsîmê Humeyra Tusun Yegîn axivî û diyar kir ku li her derê cîhanê jin ji aliyê zîhniyeta serdest ya mêr ve hedef tên girtin û got divê jin li dijî van êrîşan bi rêxistinbûna xwe têkoşînê bimeşînin. Piştre Ayten Kordu mafê axaftinê girt û wiha got: “Di van rojên ku 8ê Adarê nêz dibe de qirkirineke cidî ya jinan heye. Her roj jin tên qetilkirin. Çend roj berê di rojekê de li bajarên cuda 6 jin hatin qetilirin. Li Tirkiyeyê pergaleke zayenpderest heye.”

Ayten Kordu balkişand ser girîngiya xurtkirina îradeya jinê, pêkhatina nûneriya wekhev û got yekane şerta pergala demorkatîk cihgirtina jinan di siyaset, aborî, mal û kolanê de ye.

Piştre bi jinan re der barê pirsgirêkên tên jiyîn hat axaftin.